Bajarê çandiniyê Riha daxilî nav piştgiriya ji bo tovan nehat kirin 2020-04-21 09:09:07 RIHA - Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku Riha li derveyî bernameya "Pêşxistina Hilberîna Nebatî" hatiye hiştin û got: "Bajarê ku ji sedî 47'ê pembo lê tê çandin çima li derveyî vê bernameyê hatiye hiştin? Di nav hebûnê de tunebûnê li gel ferz dikin."  Wezareta Çandinî û Daristanê, bi armanca ku bandora vîrûsa coronayê (Covîd-19) ya li ser çandiniyê kêm bike çend roj berê starta bernameya "Pêşxistina Hilberîna Nebatî" da destpêkirin. Wezîr Bekîr Pakdemîrlî, daxuyandibû ku 21 bajar daxilî nav projeya navbirî hatine kirin û wê bedêla tovan ji sedî 75 hîbe be. Lê belê Riha, Amed û Mêrdîn ku bajarên çandiniyê ne daxilî nav vê projeyê nehatin kirin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, projeya navbirî wekî "cihêkariyê" nirxand.    PIŞTÎ SEWALVANIYÊ ÇANDINΠ   Surucu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her diçe hilberîna çandiniyî kêm dibe û got, di çandiniyê de îhracat nemaye îthalat tê kirin. Surucu, anî ziman ku li Tirkiyeyê pembo, nîsk, genim, ceh jî di nav de gelek berên çandiniyê tên hilberandin lê belê ji be rpolîtîkayên îthalatê niha çandinî li be qedandinê ye. Surucu ku pirsî "Heger li vê axê şîn bên çi hewce ye mirov biçe ji welatekî din bikire" û got, bertengbûna qadên çandiniyê ji ber polîtîkayên şaş e.    Surucu, destnîşan kir ku ji sala 2002'an heya sala 2017'an hilberîna pembo ji sedî 30 kêm bûye û got, berê pembo dihat îxrackirin lê belê niha tê îthalatkirin. Her wiha Surucu, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên îthalatê sewalvanî jî kêm bûye û got, çend roj berê ji Brezîlyayê 10 hezar dewar anîne Lîmana Îskenderûnê, lê belê nayê zanîn ka siheta van heywanan çawa ye.    Surucu, got: "Li vira sewalvanî qedandin, niha jî diçin ji derve îthal dikin. Di destê gel de cotkarî ma, niha çavê wan lê ye wê jî biqedînin."    DI NAV HEBÛNÊ DE TUNEBÛN    Surucu, diyar kir ku Riha xwedî deştên berhemdar ên wekî Pirsûs, Hewang, Wêranşar, Heran û Serêkaniyê ye. Surucu, al kişand ser pembo, garis, ceh, genim, nok û nîskên li van deran tên çandin û got, berên li van deran tên çandin têra herêmê gişî dike. Surucu, anî ziman ku axa bajêr axeke berhemdar e, lê belê dîsa jî gel xizane û got: "Sedemek vê jî piraniya erdên berhemdar di destên çend malbatan de ye. Sedemeke din jî polîtîkayên dewletê ne. Mesela, li Serêkaniyê milyon û 634 hezar dekar erdê dewletê heye. Ev erd, li cîhanê erdê herî mezin ê yekperçeyî ye. Lê belê di bin navê TÎGEM'ê de girêdayî dewletê ye. Tenê ev erd di xizmeta gel de bûna, ma çima wê her sal bi 10 hezaran mirov wekî karkerên demsalî biçûna metrepolan? Heger ev erdên berhemdar di xizmeta gel de bûna wê ev gel ne xizan bûna. Li vira di nav hebûnê d etunebûnê li gel ferz dikin. Gel ne di xema vana de ye."    BAJARÊN KURDAN NEXISTINE NAV BERNAMEYÊ    Her wiha Surucu bertek nîşanî bernameya "Pêşxistina Hilberîna Nebatî" jî ku Riha daxilî nav vê bernameyê nehatiye kirin û pirsî: "Li Bajarê ku ji sedî 47'ê pembo lê tê çandin çima li derveyî vê bernameyê hatiye hiştin?"   Surucu, destnîşan kir ku ev bi zanebûnî hatiye kirin û got: "Sedema vê jî, ji ber ku ev der bajarekî kurda ye û naxwazin ev bajar pêş ve bikeve. Naxwazin gelê li vir li ser piyan bisekinin. Her wiha Amed û Mêrdîn jî xwedî erdên çandiniyê ne û ev der jî bajarên kurdan e û ev der jî daxilî nav pakêtê nehatine kirin. Çima? Ji ber bajarên kurdan e. Li van bajaran erdên çandiniyê kêm dibin. Cotkarî li ber qedaninê ye."    REWŞA CERYAN, AV Û KARKERÊN DEMSALÎ   Her wiha Surucu, bal kişand ser qutkirina ceryanê ya cotkaran ku bi destê DEDAŞ'ê tê kirin û got: "DEDAŞ, li herêmê wekî mîrîtiyekê hereket dike. Bi fatûreyên zêde hebûna xwe ya li vira didomîne. Rasterast dest datîne ser desteka cotkaran. Îsal berê mirovan di depoyan de riziyan. Bi hezaran ton pembo di embaran de riziyan. Cotkaran lêçûnên xwe jî bi dest nexistin. Bi ser de jî bi pêkanînên DEDAŞ'ê re rû bi rû dimînin. Çima cotkaran didin ber însafa DEDAŞ'ê? Li herêmê li gelek deveran ceryan tê qutkirin, rojê 6 saetan ceryan tê qutkirin. Êdî daye vira mirovan. Her wiha ebndava herî mezin a Tirkiyeyê li vira ye. Ji sedî 20 enerjiya Tirkiyeyê ji vê bendavê tê bidestxistin. Lê dîsa jî gelê herêmê bê av û bê ceryan e. Ev jî polîtîkayeke dewletê ye."    Ji xeynî vê Surucu, behs anî ser rewşa zêdetirî 60 hezar karkerên demsalî jî. Surucu, diyar kir ku karkerên ji bajêr diçin di şert û mercên bêewle û xirab de tên şixulandin. Surucu, got: "Heger li vira şert û mercên çandiniyê bên başkirin çima wê mirov biçin? ev mirov, cihê ku diçinê jî sirf ji ber ku kurd in bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Nahêlin biçin gundan jî. Carinan jî tên kuştin. Li nexweşxaneyan ji ber ku bi kurdî diaxifin bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Îsal jî vîrûsa coronayê heye. Ji bo karkerên demsalî biryarine taybet digirin, sirf ji bo biçin. Qaşo zarokên di biniya 20 salî de, derketina wan a derve qedexe bû. Lê biryaran digirin û dixwazin di vê pêvajoya şewbî de jî mirov biçin derve. Ne xema dewletê ye. Dewlet ji van mirovan re dibêje 'dimirin jî bila bimirin.' Em vî tiştî dibînin."