‘Bila dest ji Bernameya Veguherandina Tenduristiyê were berdan’ 2020-04-21 13:02:07   EDENE – Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Ahmet Halîl diyar kir ku di pêvajoya şewbê de ji ber Bernameya Veguherandina Tenduristiyê pirsgirêk derdikevin û xwest dest ji vê bernameyê were berdan.   Odeya Bijîşkan a Edeneyê û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Edeneyê ji ber şewba vîrûsa koronayê rewşa dawî ya li Edeneyê nirxandin. Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Prof. Dr. Ahmemt Hîlal da zanîn ku koronayê dinyayê xistiye bin tesîra xwe, nayê zanîn dê kengê bi dawî bibe û gelek xebatkarên tenduristiyê di bin bandora koronayê de mane. Hîlal anî ziman ku bi tevdîr û girîngiya tenduristiya gel dikare pêşî li vê şewbê were girtin û di vê pêvajoyê de pirsgirêkên arîzekirinê û taşeronkirinê bêtir xwe dan nîşandan. Hîlal destnîşan diyar kir ku di pêvajoya şewbê de ji ber Bernameya Veguherandina Tenduristiyê pirsgirêk derdikevin û xwest dest ji vê bernameyê were berdan.   Hîlal got hema bêje hemû nexweşxaneyên li bajêr wek nexweşxaneyên pandemî hatine ragihandin û ev yek rê li ber belavbûna vîrûsê vedike û nexweşên ne yên koronayê jî di vê pêvajoyê de nayên dermankirin.