Li şûna pirsgirêkan vebêjin, spasiya qeyûm kirin 2020-04-21 15:26:58   AMED – Rêxistinên karsazên Amedê li şûna bi hezaran pirsgirêkên esnaf û cotkaran bînin ziman lê ji ber “xebatan” spasiya qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû kirin.   Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê (DESOB), Borsaya Bazirganiyê ya Amedê (DTB), Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Amedê (OSB) û Koordînasyona Bajêr a Odeya Zîraatê ya Amedê têkildarî bandora vîrûsa koronayê ya li ser Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li odeya DESOB’ê pêk hat. Serokên odeyan axivîn û pişt re jî daxuyaniya hevbeş a van odeyan hat xwendin. Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglû daxuyanî xwend. Di daxuyaniya odeyan de balkêş bû ku pirsgirêkên esnaf, karsaz û cotkar ji ber koronayê pê re rû bi rû mane cih negirt. Lê tişta balkêş jî ew bû ku di daxuyaniya odeyan de pesn û spasiya “xebatên” qeyûm-waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû hat kirin.