‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’ 2020-04-22 15:07:25   STENBOL – Endamên ESP’ê xwestin karker û kedkar roja 1’ê Gulanê li her deverî daxwazên xwe bînin ziman.   Rêxistina Partiya Bindestan a Sosyalîst E (ESP) a Stenbolê û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li ber Sîteya Pîşesaziya Haramîdera Navçeya Esenyûrta Stenbolê têkildarî Roja Karkeran 1’ê Gulanê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberêm ESP’ê û ciwanan pankart vekirin û daxwaza xwe anîn ziman. Rêveberê ESP’ê Mustafa Nacî Toper daxuyanî da. Toper da zanîn ku Haramîdere wek “goristana karkeran” tê zanîn û îqtîdar banga li malmayînê dike lê li Haramîdere gelek şirket dixebitin û karker tevî metirsiya korona jî dişuxilin. Toper diyar kir ku îqtîdara AKP-MHP’ê ji bo xwe li ser pêya bigire karker û kedkaran dişîne nav rîska mirinê û xwest hemû karker û kedkar li dijî kedxwariyê û neheqiyê di roja 1’ê Gulanê de li her devera lê ne daxwazên xwe bînin ziman.