Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran 2020-04-25 09:01:15   STENBOL - Di rojên Covîd-19'yê de jî wexta xebatê ya karkerên Mîgrosê hatiye zêdekirin. Karkerekî marketê, anî ziman ku di destpêka şewbê de ssirf ji bo metirsî û panîk bi mişteriyan re çênebe maske jî nedane wan.    Li Tirkiyeyê piştî şewba coronayê (Covîd-19) belav bû, gelek kargeh ji bo belavbûna şewbê bê astengkirin bi awayekî demborî kargehên xwe girtin. Lê belê li hêla din jî di hin sektoran de barê karî girantir bûye. Yek ji van sektoran jî market in. Piştî belavbûna şewbê wexta xebatê ya karkerên marketan zêdetir bûye û ev yek bi xwe re binpêkirinên mafan tîne. Yek ji van marketên mezin jî Mîgros e ku di demên dawî de karkerên wê nerazîbûnên xwe tînin ziman.    Di 15'ê Nîsanê de hatibû gotin li şaxa Beylîkduzu ya Mîgrosê karkerek bi şewba coronayê ketibû û kesên pê re pêwendî danîbûn jî hatibûn karantînakirin. Piştî vê îdiayê Mîgrosê daxuyandibû: "Pêvajo li gorî pîvanên ku Wezareta Tenduristiyê diyar kirine didome." Lê belê tê gotin wexta xebatê ya karkeran hatiye zêdekirin. Xebatkarekî Mîgrosê ku ji bo ji kar neyê derxistin nexwest navê wî bê aşkerekirin, behsa talûkeya ku pê re rû bi rû dimînin û binpêkirinên mafan ên li marketê kir.    DEMA XEBATÊ HATIYE ZÊDEKIRIN    Karkerê Mîgrosê anî ziman ku pirsgirêka wan a mezin zêdekirina dema xebatê ye û got, piştî qedexeya derketina derve ya ewil ji karkeran re hatiye gotin ji bo 45 saetên xwe yên xebatê tije bikin divê rojê 10 saetan bixebitin. Xebatkarê marketê diyar kir ku lê belê dema wan a xebatê qedeme bi qedeme hatiye zêdekirin û got: "Me got, ji ber kar zêde ye em ê nikaribin ev qasî bixebitin, lê tiştek nekirin. Gelek karker ji ber ku zêde dişixulin muqawemata wan nemaye. Xetereya me ya em bi şewbê bikevin zêde bûye."    Her wiha karkerê marketê bilêv kir ku beriya îlankirina qedexeya derketina derve ya 4 rojan jî dema wan a xebatê bûye kirine 12 saetan û got: "Xebateke 12 saetan ne rast e. Me got, em ê nikaribin bikin. Sendîkayê jî got, wê ev bibe 11 saet. Di asasê xwe de dema me ya xebatê 8 saet û nîv e, lê tu li rastiyê binerî di van şertan de ev dem jî pir e."    MASKE NEDANE WAN    Xebatkarê marketê anî ziman ku gava nû vîrûs belav bûye ji bo mişterî metirsin û panîk nebin, rayedarên marketê maske jî nedane wan û got, ancax piştî giştînameya Wezareta Tenduristiyê maske dane wan.    Xebatkarê marketê diyar kir ku çendî ku ew bi awayekî şexsî tevdîrên xwe digirin jî lê di hundirê marketê de ne mimkun e ku mesafeya fizîkî pêk bê û got: "Li ber qasê carinan qelbalixî çêdibe û gelek mişterî guh nadin vê mesafeyê. Ê me jî ji ber ku xwaringeha me biçûk e, em nikarin vê yekê esas bigirin. Loma em wextê xwe yê bêhnvedanê li derve derbas dikin."