Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne 2020-04-25 09:01:37   MÊRSÎN - Cotkarên ku ji ber şewbê nikarin îsotên xwe bifiroşin, anîn ziman ku îsotên wan xera bûne û xwestin piştgiriya wan bê kirin.    Cotkarên ku li Herêma Kazanli ya Mêrsînê di serayan de îsotan diçînin, anîn ziman ku ji ber şewba coronayê (Covîd-19) îsotên çandine nayên firotin û xera dibin. Erdal Yorûlmaz, diyar kir ku îxracat sekiniye û ji ber vê fiyet erzan bûne. Yorûlmaz, bilêv kir ku ji ber daxwaz kêm bûye, sîotên wan di dest wan de mane û got: "Piştî şewb belav bû, bazirgan jî ditirsin mal bikirin. Me îsotên xwe berhev kirine, lê belê gava em wan dibin halê ji me re dibêjin 'Îro em girtîne an jî qedexeya derketina derve heye.' Diviya min îsotên xwe bi 6 TL'yan bidana. Lê ji ber şewbê bi 4 TL'yan difiroşim. Çimkî cihekî ez lê bifiroşim tuneye. Bazirgan dibêje, 'Ma tu bavê jî qey çêtir e?' Ji mecbûrî bi zirarê difiroşim. Niha di dest min de 80 qase îsot heye. Lê kes nakire. Wekî hûn jî dizanin zebzê ter heger di du rojan de neyên firotin xera dibin, mecbûr dimînî davêjî çopê."    ZIRAR DIKIN    Yorûlmaz, sedema li bazaran fiyetê îsotan biha ye jî got: "Em li vira bi 5-6 lîreyan didin. Lê komîsyonvan an jî abzirgan bi 10-16 TL'yan difiroşe. Niha nikarim îsota di dest xwe de bi 2 TL'yan jî bifiroşim. Gava ez wan diçînim lêçûna wan zêde ye. Min 8 donim daniye, lê min hê bi 12 hezara firotiye. Zirara min a serê donimê zêde ye. Wê deynê min zêdetir bibin. Wisa xuyaye em ê îsal jî deynên xwe taloq bikin. Bi vî halî nikarim deynan bidim. Tenê taloq dikim. Salê serê donim 50-100 TL destekê didin me. Ev têr nake. Divê destekeke baş bidin me."    WÊ ÎSOT XERA BIBIN    Cotkar Alî Dûman ku nikare îsotên xwe bifiroşe, anî ziman ku ji ber şewbê karker jî tunene ku îstoan berhev bikin. Dûman, xwest rayedara piştgiriyê bidin wan û got, an jê wê îsotên wan xera bibin. Dûman, anî ziman ku nêzî 80 donim erdê wî heye, lê belê hê nîviyê îsota xwe kom nekiriye û got: "Piştî şewbê îsot di destê me de man. Ji xwe li gor par mesrefê me sê qat zêdetir bûne. Lê niha jî em nikarin bifiroşin. Dibêjin piştî şewbê bihatir bûne, lê em bi erzanî didin. Çima gelê me biha bikire? Heger erzan be belkî em jî nerihet nebin. Heger her kes bikire em ê jî zehmetiyê nekişînin. Her tişt li ber çava ye, îsot erzan in, lê mirov diçin ên biha dikirin. Ji ber şewbê êdî em nikarin karê xwe bikin."    Dûman, xwest demildest piştgiriya cotkaran bê kirin û got, an jê sala bê wê nikaribin cotkariyê bikin.    MA / Ergîn Çaglar