Ji kesên ku têkoşîna vegera karê xwe dikin pêşniyarên 1’ê Gulanê 2020-04-27 09:08:14 STENBOL – Karkerên ku ji karên xwe hatine derxistin û ji bo vegera karê xwe têdikoşin, têkildarî 1’ê Gulanê ku ji ber vîrûsa koronayê dê îsal li kargeh û malan bê pîrozkirin, ev pêşniyar kirin: “Ketina malan ne rast e. Bi pêkanîna parastina mesafeya fizîkî jî pîrozbahî dikarin bên kirin. Herkes dikare li şaneşîna xwe pankarta xwe daleqîne û sîrûdên xwe bixwînin.” Li Tirkiyeyê, bi hezaran karker dê careke din bêkar bikevin Roja 1’ê Gulanê ya Têkoşîna Piştevanî û Yekitiya Navnweteweyî ku rojên jimar jê re mane. Di sala 2016’an de di pêvajoya Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK) de bi hezaran kedkar ji karê xwe hatin derxistin. Dîsa, bi sedan karker ji ber xebatên xwe yên sendîkayî ji kar hatin derxistin. Hin karkerên ku ji kar hatine derxistin li ber derê cihên xwe yên kar û kargehan çalakî dane destpêkirin û hin karker jî daxwaza xwe ya vegera xwe ya kar qîriyan. Ji ber vîrûsa koronayê hin karkeran navber dan çalakiya xwe ya gotina mijarê ye û hin karker jî çalakiya xwe didomînin.    3 SAL IN BI ÇALAKÎ DIKEVE 1’Ê GULANÊ   Kakerên têkoşîna vegera karê xwe didin, têkildarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ku li şûna girseyîbûnê dê îsal li şaneşîn û paceyên malan bê pîrozkirin, axivîn. Avahîsaz Alev Şahîn k udi 6’ê çileya 2017’an de ji karê xwe yê li Miduriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Duzceyê hat derxistin û bi KHK’ê hat îxrackirin, 177 roj in ji bo vegera karê xwe li Qada Duzceyê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Şahîn diyar kir ku bi çalakiya xwe peyama “Her tiştê ku hûn dixwazin nikarin bikin” dide û wiha got: “1’ê Gulanê remza berxwedanê ye. 3 sal in bi berxwedanê dikevim 1’ê Gulanê. Ji bilî berxwedanê çareyeke karkeran tuneye. Di vê pêvajoya vîrûsê de jî di şertên kapîtalîzma yekdest de şerê çîna karker û bûrjûvaziyê didome. Karkerê terkî mirinê hatine kirin.”    HER SERMIYAN TÊ PARASTIN   Yucel Ozkan ku piştî kû bûbû endamê Sendîkaya Karkerên Alîkar û Xurekê ya Tirkiyeyê (Tek Gİda-Îş), di 12’ê nîsana 2018’an de ji Kargeha Cargîllê ya li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê ji kar hatibû avêtin jî destnîşan kir ku ji ber vîrûsê navber dane çalakiya xwe. Ozkan, destnîşan kir ku pergaleke ku li xwîna karker nayê mijandin û mafê wî nayê binpêkirin daxwaz dikin û wiha got: “Rewşa niha berovajiyê vê yekê ye. Di her şert û merc de sermiyan tê parastin. Me herî dawî vê yekê bi teşfîqên aborî ku ji bo Cargîllê ya ku me ji karê me kir re hatin dayîn dît.”   PÊŞNIYARA 1’Ê GULANÊ    Kedkarê Ewlehiyê Alîşan Îpşîroglû ku di 4’ê Cotmeha 2019’an de ji Şaredariya Ataşehîrê ya Stenbolê ji karê xwe hat derxistin jî çalakiya xwe li ber şaredariyê didomîne. Îpşîroglî, diyar kir ku di 1’ê Gulanê de wê ji ber vîrûsê qad vala bimînin û got ku divê li dijî vê yekê serî li rêyên cuda bê dayîn û ev pêşniyar kirin: “Ketina malan ne rast e. Di vê mijarê de divê karker xwedî plan bin. Li tax û navçeyan bi şertê pêkanîna mesafeya fizîkî dikarin pîrozbahiyên ne girse bên kirin. Herksa li pankartan bi şaneşînên xwe ve bike û sirûdan bide xwendin. Lê pêşiya rêxistibûna sendîkayan benda ji sedî 3’ê heye. Divê ev bend bê rakirin û îsal yek ji daxwazên me ev be.”    DIVÊ KARKER LI QADAN BIN   Kenan Gungordu ku beriya 2 salan bi KHK’ê ji Şaredariya Zeytînbûrnûyê hat derxistin jî destnÎşan kir ku ji ber vîrûsa koronayê navber dane çalakiya xwe û wiha got: “Divê ku 1’ê Gulanê li qadê bê pîrozkirin. Dibe ku li qadeke tenê nebe lê divê li gelek qadan bê pîrozkirin. Hat aşkerakirin ku 51 hezar karker bi vîrûsê ketine û 24 ker jî pê jiyana xwe ji dest dane. Divê di van şertan de di 1’ê Gulanê de karker li qadan bin.    MA / Tolga GUney