Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere bû 2020-04-27 14:52:15   STENBOL – Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bernameya cejna karkeran 1’ê Gulanê aşkere kir.   Îsal bi boneya vîrûsa koronayê dê konfedarsyonên karker û kedkaran pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi girseyî li dar nexin. Lê dê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê wê heta roja 1’ê Gulanê li cihên cuda yên Stenbolê bi daxuyaniyan daxwazên xwe bînin ziman. Van hêzên ji sazî û dezgehên kedê pêk tê bernameya cejna karkeran 1’ê Gulanê aşkere kirin.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê banga piştevanî û têkoşîna roja 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran kirin û xwestin her kes li cihê xwe daxwazên xwe bîne ziman.   Hin daxuyaniyên dê werin lidarxistin wiha ne:   * 28’ê nîsanê li ber Nexweşxaneya Çapayê saet li 12.30’an   * 28 Nisan; Fikirtepe Fortis Sinanlı Şantiyesi Önü 12.30   * 28’ê nîsanê li ber Pîşesaziya Haramîderyê saet li 18.00’an.   * 28’ê nîsanê li Sîteya Pîşesaziya Birincvan û Sifir a li miqabilî Mîgrosa Beylîkduzu saet di 18.30’an de.   * 29 Nisan; Sirkeci PTT önü (13.30)   * 29’ê nîsanê li Pira Îçmeler a Tûzlayê saet di 17.00’an de.   * 29’ê nîsanê li Parka Arena Îkîtellî saet di 18.00’an de.   * 30’ê nîsanê Rêxistinên Jinan dê li Kazancî Yokûşû ya Taksîmê bîranîna jinan li dar bixin. Saet di 18.00’an de.   * 30’ê nîsanê an jî roja 1’ê Gulanê bîranîna plansaziya wê li Kazanci Yokûşû tê kirin dê li gorî destûra ji Walîtiya Stenbolê were dayîn bê lidarxistin.