Koordînasyona Kedê: Armanc xurtkirina çalakiyên karkeran e

img

STENBOL – Koordînasyona Kedê ya Yekbûyî ku di 17'ê Kanûnê de hat avakirin, diyar kir ku armanc dikin çalakiyên karkeran hêzdar bikin û destkeftiyên wan zêdetir bikin. 

Di 17’ê Kanûnê de Kovara ODAK, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Umut-Sen, Kovara Yenî Yol, Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Komeleya Karkeran a Daricayê, karkerên bê sendîka û pisporên sendîkayan Koordînasyona Kedê ya Yekbûyî ava kirin. Endamê Koordînasyona Kedê ya Yekbûyî Alîgirê Doç. Dr. Mûstafa Gorkem Dogan diyar kir ku ji bo karker di sendîkayan de xwe birêxistin bikin ew ê bitêkoşin û piştî civîna rêvebriyê ya yekemîn ku dê di 3’yê Çileya 2018’an de pêk bê, ew ê meclîsên herêmî ava bikin. 
 
‘ARMANC HÊZDARKIRINA ÇALAKIYÊN KARKERAN E’ 
 
Dogan anî ziman ku di avakirina Koordînasyona Kedê ya Yekbûyî de armanca wan a sereke ew bû ku li ser xeteke têkoşînê ya sosyalîst yekkirina xebatên karkeran e. Dogan ev tişt gotin: “Tecrûbeyên sendîkal ên sazî û kesên di çarçoveya têkoşîna hevpar a karkeran de hatin gel hev li dor rêxistinbûyînekê bûn yek. Ji dêvla ku em bi tena serê xwe bitêkoşin, em dixwazin bên gel hev û dîsa tevgereke hêzdar a sendîkayî ava bikin. Çend roj berê me forûmek li dar xist û piştî vê forûmê ev avanî hat avakirin. Çend roj şûnde jî em ê civîna ewil a rêveberiyê çê bikin û em dê di vê civînê de nexşeya xwe diyar bikin.” 
 
Dogan bi lêv kir ku her çi qas Rewşa Awarte hebe jî li gelek cihan çi biçûk çi bi awayekî din çalakiyên karkeran hene, lê belê ev kom nabin û bendek çê nabe. Dogan wiha got: “Armanc hêzdarkirina çalakiyên karkeran û zêdekirina destkeftiyên wan e.” 
 
Dogan destnîşan kirk u divê têkoşîna çîna karkeran û demokrasiyê ji hev cuda neyê fikirîn û ji bo daxwaza demokrasiyê hîn bêtir têkeve rojeva karkeran divê têkoşîn xwe bide der. Dogan got ku ji ber Rewşa Awarte gelek karker ji qada têkoşînê dûr ketine, lê belê eger doza rakirina Rewşa Awarte tê kirin nexwe ji bo vê hîn bêtir têkoşîn divê. Dogan destnîşan kir ku dê bi têkoşîneke pratîk Rewşa Awarte bê rakirin.