Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran

img

STENBOL - Heqê herî kêm ku zêdeyî 6 milyon karkeran eleqeder dike hezar û 603 TL hat diyar kirin. Karkerên ku heqê kêm distînin bertek nîşanî vî heqî dan û diyar kirin ku birçîbûn kirine qedera karkeran. 

Wezîra Xebatê Julîde Sarieroglu, piştî 4 civînên Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm, di 29'ê Kanûnê de sînorê heqê herî kêm yê sala 2018'an aşkere kir û got komîsyonê heqê herî kêm wekî hezar û 603 TL diyar kiriye. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên di mijdara 2017'an de rêjeya enflasyonê 12.98 bû. Li gorî lêkolina Turk-Îş'ê debara 4 kesan a meha Kanûnê sînorê birçîbûnê hezar û 608 tl ye. Sînorê xizaniyê 5 hezar û 238 TL, ye. Debara kesekî jî Hezar û 989 TL ye. 
 
Karkeran bertek nîşanî diyarkirina heqê herî kêm ê wekî Hezar û 603 tl hat diyar kirin û zêdeyî 6 milyon karkeran eleqeder dike dan û destnîşan kirin ku karkeran bi birçîbûnê terbiye dikin. 
 
BI KEVÇÎ DIDIN Û BI HESKÊ DISTÎNIN
 
Esnaf û karkerê bufeyê Cemal Karaçar, diyar kir ku bavê 3 zarokan e û nikare debara xwe bi Hezar û 603 TL bike û ev pere têra tu kesî nake. Karaçar, anî ziman ku li bajarekî mina stenbolê tu kes nikare debara xwe bi vî pereyî bike. Karaçar, anî ziman ku ew 2 hezar TL jî bistîne nikarin debara xwe bikin û wiha got: "Zarokek min nexweş e û tenê mehê 500 TL pere didim heqê derman." 
Karaçar, bertek nîşanî hikûmetê da û wiha got: "Birçîbun kirine wekî qedera karkeran. Lê ne wisa ye." 
 
TUP DI TEBAXÊ DE 70 TL BÛ NIHA 90 TL YE
 
Bavê 4 zarokan Mahmut İhsan Kaya jî anî ziman ku ne pêkan e bi vî pereyî debara xwe bikin û wiha got: "Ger ku li malekê tenê kesek kar bike nikare debara xwe bike. Tenê tupek bi 90 TL, faturaya avê 50 TL, nanê mehekê 100 TL, heqê bazarê 800 TL, kîra xaniyê herî xerab 700 TL . 2 zarokên min dibistan dixwînin. Em dikevin bin deynan. Raste aboriya Tirkiye mezin dibe, lê ya me biçûk dibe û me bi birçîbûnê terbiye dikin. Tup di meha tebaxê de 70 TL bû niha 90 TL ye. Ger ku Tirkiye mezin dibe çima ji sedî 30 zem kirin. 
 
Karker Selahattin Uçtaş jî anî ziman ku ew li semta Kasimpaşa 650 TL heqê kirêya xanî dide û wiha got: "6 neviyê min hene. Ez kar dikim. Lê nikarin debara xwe bikim."