'Bi kevçiyan didin bi heskê distînin'

img

MÊRSÎN – Hilberînerên leymûnan ên Mêrsînê der barê nûçeyên piştgiriya ji bo çandiniyê de axivîn û bal kişandin ser buhayê mazot gubre û wiha gotin: "Bi kevçiyan didin bi heskê distînin."

Cotkarên li taxa Bozonê ya navçeya Mezîtliya Mêrsînê hilberîna leymûnan dikin, bertek nîşanî daxuyaniyên ji bo piştgiriya çandiniyê ya salan nû dan, ji ber ku buhayê mazot, gubre û derman zêde ye gelekî ji vê rewşê bi gazinc in. Cotkar Ahmet Ozer da zanîn ku her roj zem û bac zêde dibe û rewşa wan xirabtir dibe.
 
'DIXEBITIN JÎ DÎSA DEYNDAR IN'
 
Ozer li ser zem û bacan rawestiya û aşkera kir ku bi salan e dixebitin, lê dîsa jî deynê wan zêde ye, heqestiya ku qezenc dikin jî diçe deynan û wiha got: "Baş e ku zarokekî min heye, yê duyemîn hebe ez ê nikaribim bidim xwendin."
 
‘NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Osman Yilmaz ji mamostetiyê teqewît bûye, pirsgirêkên ku dijîn wiha anî ziman: "Min hem mamostetî dikir û hem leymûn difirotin, lê dîsa jî min debara xwe nedikir. Ez niha teqewît bûme û dîsa vî karî dikim. Min dixwest li baxçeyên leymûnan kes bidana xebatê, lê ji ber ku hateya vî karî tune, em neçarî bixwe dixebitin. Li taxê gelek kes bi leymûnan debara xwe dike, lê lîtreya ava wan bi 90 qrişî ye. Ev jî kên e. Piştgiriya ji bo cotkaran kêm e, bi kevçiyan didin, bi heskê ji wan distînin."
 
'BUHAYÊ MAZOTÊ PIŞTA WAN XÛZ KIRIYE'
 
Keyayê taxê Velî Goknur jî aşkera kir ku krîza aborî bandoreke xirab li ser buhayê leymûnan kiriye û wiha pê de çû: "Me berê ji her derê re leymûn dişandin. Em niha nikarin hilberînê bikin. Ji ber buhayê mazot, gubre û hwd. pişta welatiyan xûz bûye. Min sala çûyî bi hezar û 800'î dida, îsal bi 2 TL'yî didim. Dema ez li zema li leymûnan û zema li mazotê hatiye kirin mêze dikim, em gelekî zerar dikin."