‘Ji ber endamê sendîkayê bûm, ji kar hatim avêtin’

img

STENBOL – Ayfer Dîşkayaya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên xwe û zarokê xwe mehekê neçû kar, ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê hat avêtin. Dîşkaya got ku sedema avêtina ji kar, ji ber ku ew endamê Sendîkaya Dev Turîzm-Îş’ê ye. Ji bo vegere ser karê xwe meheke Dîşkaya li ber nexweşxaneyê têdikoşe. 

Endama Sendîkaya Karkerên Turîzmê yên Şoreşger (DEV-TURÎZM-ÎŞ) Ayfer Dîşkaya, di 4’ê Kanûna 2017’an de ji ber “bêdewamiyê” ji karê xwe yê aşpêjiyê yê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniya Şîşliya Stenbolê hat avêtin.  Ji bo vegere ser karê xwe meheke Dîşkaya li ber nexweşxaneyê têdikoşe. Dîşkaya diyar kir ku ji ber tenduristiya xwe û ya zarokê xwe ew neçûye kar û di vî warî de mudur jî agahdar kiriye. Dîşkaya got ku bi hinceta Rewşa Awarte destûr nehatiye dayîn ku li ber nexweşxaneyê kon vede. Dîşkayaya ku pankart li dîwarê têketina nexweşxaneyê daliqandiye û dest bi çalakiya xwe kiriye, heftê 6 rojan her sibehê tê cihê çalakiyê û heta qedandina mesaiyê têdikoşe. Dîşkaya, got ku ew ê di şert û mercên zivistanê de jî çalakiya xwe berdewam bike. 
 
‘EZ Ê ÇAWA DEBARA XWE BIKIM’ 
 
Dîşkaya got ku ji ber ew sendîkayî bûye ji kar hatiye avêtin û wiha got: “Mehek ji kar hatime avêtin, lê hîn jî bi awayekî fermî belgeya min a ji karavêtinê nedane min.” Dîşkaya destnîşan kir ku ji ber belge nayê dayîn ew nikare tazmînatê jî bistîne û sûdê ji fona betaliyê wernagire. Dîşkaya wiha domand: “Hem ji kar avêtin, hem jî heqê min nadin min. Ez heqdesta kêmtirîn distînim. Mehê 650 lîreyî didim kire, 200 lîre didim gaza xwezayî, 80 lîre fatûreya avê, 60 lîreyî jî didim heqê ceryanê. Niha tenê hevjînê min dixebite û du zarokên min jî diçin dibistanê. Ez ê çawa debara xwe bikim.”
 
‘JIN PIŞTEVANIYÊ DIKIN’ 
 
Dîşkaya anî ziman ku dema ji kar hatiye avêtin wê dest bi çalakiyê kiriye û ev tişt gotin: “Her roj saet di 09.00’an de têm vir û heta dawiya mesaiyê li vir disekinim. Hevalên min ên jin çîçekek diyarî min kirin, min navê Dîren lê kir. Heta bi ser bikevim wê ev çîçeka min li cem min be. Ez ê nehêlim biçilmise, em ê bi ser kevin. Her roj xizmên nexweşan û xebatkar tên serdana min dikin. Carinan xizmên nexweşan çay û boregan tînin. Bi taybetî jî jin piştevaniya min dikin.” 
 
‘EZ Ê BITÊKOŞIM’ 
 
Dîşkaya got ku berxwedana li vir tenê ne ya wê ye, berxwedana hemû jinên li vir dixebitin û wiha domand: “Heke sendikaya min tunebûna, ez ê niha li malê rûniştîbûma. A rast ez alîgirê Recep Tayyip Erdogan bûm. Lê belê piştî bi neheqiyan re rû bi rû mam, min dest bi têkoşînê kir.”