'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'

img

VAN - Nîhat Atmaca yê 50’î sa lin firin, semawer û sobeyan çê dike, diyar kir ku her çi qasê bi şagirtên xwe re bûne hevrikên hev jî, ji vê rewşê pir kêfxweş e.  

Nîhat Atmaca ê 68 salî ku li Wanê dijî, 50 sal in hostatiya sobe, semawer û firinan dike. Atmaca ku ji hostayên xwe fêrî vî karî dibe, heya roja îro ev kar nîşanî 40 şagirtên xwe dane. Atmaca bêyî ku li temenê xwe yê kal mêzek bike, bi heskirinek mezin pîşegeriya xwe didomîne û bi salane di heman dikana li kolana bajarê de ji bo welatiyan firin, semawer û sobeyan çê dike. 
 
Atmaca, her çi qasê bi şagirtên xwe re bûne hevrikên hev jî, ji vê rewşê pir kêfxweş e. Atmaca, diyar kir ku zarokên ev kar nîşanî wan dayî, hîna gelek ji wan dixebitin û wiha axivî: “Hinek ji wan zarokan çûn Ewropayê û fabrîqe vekirin. Heya temenê min têrê bike, ez ê vî karî nîşanî zarokan bidim.”  
 
‘EZ KÊFXWEŞ IM’
 
Atmaca, anî ziman ku gava dest bi vî karî kir tenê du hosta hebûn û wiha got: “Min ligel hostayekî dest bi vî karî kir û di demek kurt de jî bûm hosta. 50’î sal in vî karî dikim. Li Wanê çi qas hostayên vî karî dikin hebin, hemû jî di dezgeha min re derbas bûne û bûn hoste. Niha hemû hevrikiya min dikin. Ez ji vê rewşê ne bi gazinc im. Berevajî vê pir kêfxweşim.”  
 
'ME BI DESTÊN XWE ÇÊ DIKIRIN'
 
Atmaca, da zanîn ku bi heskirinek mezin vî karê xwe didomîne û wiha domand: “Gava min dest vî karî kir wê demê makîneyên ceyranê tune bûn. Me ev kar hemû bi destên xwe çê dikirin. Bêguman piştî makîne derketin, eleqeya ji teknolojiyê re zêdebû. Karê me neqediyaye, lê ne wek berê ye jî. Em sobe, firin, sobeyên turbo û semaweran çê dikin. Sobeyên firinê yên em çê dikin pir baş in. Mirov hem xwe gerim dikin û hem jî xwarinê tê de çê dikin.”
 
‘KRÎZA ABORÎ BANDOR LI KARÊ ME KIR' 
 
Atmaca, destnîşan kir ku piştî gaza xwezayî hat bajêr, karê wan kêm bûye û wiha got: “Li Tirkiyeyê mîna hemû beşên din, krîza aborî bandor li karê me jî kir. Ji ber ku ez ji karê xwe pir hez dikim, ger teqawîd bibim jî ez ê pîşegiriya xwe bidomînim.”
 
MA/ Ugur Atabay