Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in

img
MANÎSA – Parêzerê muştekî yê doza Somayê Can Atalay beriya danişîna 20’emîn a 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn got: “Em li dijî her cureyên bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê li vir in.” 
 
Di 13’ê gulana 2014’an de li navçeya Soma ya Manîsayê 301 karkerên madenê di kana komirê de jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî vê cînayeta kar doz hatibû vekirin. Dê danişîna dozê ya 20’emîn li Salona Belek Kultur bê dîtin. Beriya danişînê malbat, parêzer, Wekîla CHP’ê Yildiz Tur Bîçer û endamên Komeleya Civakî ya Gelan (SHD) li ber Gara Trênê ya Akhîsarê kom bûn. Heta cihê danişîn lê tê dîtin meş li dar xistin. Di meşe de pankarta “Somayê ji bîr neke û nede ji bîr kirin” hildan û bê navber dirûşmeyên “Hesaba Somayê dê bê pirsîn” û “301’an ji bîr neke û nede ji bîr kirin” berz kirin. 
 
'301 TÊKOŞÎNA HER KESÎ YE’ 
 
Ji parêzerê dozê Can Atalay daxuyaniyek kurt da û got: “Ji roja ewil ve doza Somayê dişopînin. Em di sar û sermayê de li vir bûn. Em edaletê dixwazin û daxwaz dikin. Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in. Li Tirkiyêyê 301 têkoşîna her kesî ye. Em li dijî her cûre bêhiqûqiya li Tirkiyeyê li vir in. Heke ku Tirkiye li vê dozê xwedî derbikeve, dibêje ev êş êşa me divê li vir be.” 
 
Piştî daxuyaniyê malbat û beşdarvan derbasî salona danişînê bûn.