Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!

img

RIHA - Li Bazara Sîpahî ku berhemên bi destkariyê hatine çêkirin lê tên firotin, ji 50'î dikanan 25 jê hatin girtin û ji 60 seyarfiroşan jî 58 jê fatureya herî giran a şer didin.  

Li Rihayê, Bazara Sîpahî ya dîrokî jî ji şerê heyî para xwe girt. Ji ber şerê heyî êdî turîst nayên bajêr. Ji ber vê li Bazara Sîpahî ya dîrokî ji 50 dikanan 25 jê hatin girtin û ji 60 seyarfiroşan jî tenê 2 heb man. Esnafên bazarê ya li navçeya Halîliyê ya Navendê ku xalîçên dîrokî, berik, secade, ber û heqîbên bi keda destan tên çêkirin û difiroşin, yek bi yek dikanên xwe digirin. Gazîkerên seyar iroşan jî ber bi qedandinê ve diçin 
 
HINAVÊ MIROV DIŞEWITE
 
Serokê Odeya Rûniştekan ku ji aliyê esnafên bazar ve hat avakirin Ramazan Yildiz, diyar kir ku gelek berhemên dîrokî yên berî 150-500 salî yên herêmên bajarên Riha, Semsûr, Meletî, Amed, Îran û Iraqê di bazarê de hene. Yildiz, anî ziman ku hinavê mirovan dişewite û wiha axivî: “Di nava  hefteyekê de, yan jî 10 rojan de encex em sîftehê dikin, an jî qet nakin. Em bi vî pereyê jî debara xwe dikin. Ji ber vê yekê em nikarin berhemên nû bikirin. 
 
'ŞERÊ SÛRIYEYÊ KARÊ ME QEDEND'
 
Yilmaz, da zanîn ku herî zêde turîst berhemên wan dikirin û wiha got: “Ji ber vê qedera bajarê dîrokî bi hatina turîstên biyanî û binecihî ve girêdayî ye. Turîstên biyanî jî û yên binecihî jî nayên bajêr. Ji bo turîzm xurt bibe divê dewlet peywira xwe bi cih bîne. Şerê li heremê bandorek mezin li ser me dike. Mîna sînorê Sûriyeyê û yê me heye. Şerê li Sûriyeyê bandorek mezin li ser kar û xebata me dike.  Berî şerê Sûriyeyê karê me pir baş bû. Serê sibê em dikanên xwe tije dikin û heya êvarî tiştek nedima. Lê niha, em kar nakin û bi rojan nikarin berên xwe bifiroşin.”
 
JI 60 GAZÎKERAN TENÊ 2 GAZÎKER MANE
 
Yildiz, da zanîn ku berhemên dîrokî her ku diçe kêmtir dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşa me pir xerab e. Bi zorê karê me dimeşe. Bazirganên ji Enqere û Stenbolê tên,  xalîçe û berik dîrokê fiyetek erzan dikirin û dibin Ewropayê bi fiyetek buha difiroşin. Ji ber vê esnas berhemên nû tercîh dikin. Berê li bazar 50’î dikan û 60 gazîker berhemên dîrokî difirotin û debara xwe dikirin. Niha gelek dikan ji bo depoyan tên bikaranîn. Ji 60 gazîkeran tenê 2 heb mane. Ji ber ku kar nebû, necar man dest ji karê xwe berdin. Berhemên bi destan hatîn çêkirin, li gorî yên fabriqeyan bi qalîte û tenduristin. Di fabriqeyan de rojê bi sedan berik tên çêkirin. Lê berhema keda destan bi rojan çêkirina wê didome. Ji ber vê yekê berhemên keda destan buhatir in.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel