KESK ‘Kooperatîfa Kedê ya Wanê' vekir

img

WAN - Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê, "Kooperatîfa Kedê ya Wanê" vekir. Di bin banê kooperatîfê de li kolana herî qelebalix a Wanê pastexaneyek jî hat vekirin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, "Kooperatîfa Kedê ya Wanê" vekir. Wekî gava destpêkê, gelek kedkar hatin gel hev û li Kolana Cumhuriyetê pastexaneyek vekirin. Li ser navê kedkaran Ersîn Yilmaz axivî û aşkera kir ku endamên KESK'ê bi yekitiya xwe kooperatîf vekirine, wekî gava destpêkê pastexane xistine xizmeta gel û ev tişt got: "Ev pastexane dê bi hilberîn û kedê xebata xwe dewam bike. Dê piştre di çarçoveya kooperatîfê de hin cihên din jî bên vekirin."
 
Yek jî rêvebera kooperatîfê Xezal Yilmaz, da zanîn ku hevrêyên wan ên ku ji kar îxrac bûne koopetatîf vekirine, dê hin cihên din jî di demên pêş de bên vekirin.
 
Di vekirina kooperatîfê de wekîlên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe Ertan û hevserokên HDP'a Wanê Yadîşen Karabulak û Umît Dede jî di nav de gelek kes amade bûn.