Biryara der barê Akademisyenên Aştiyê dê 'Rewşenbirên Welatparêz' bide

img

ÎZMÎR - Şaxa Egîtîm Sen û SES'ê bi armanca balê bikişînin ser rewşa akademîsyenên danezana aştiyê îmze kirin û hatin îxrackirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku kesên di komîsyonê de cih digirin kesên îmze avêtine "Danezana Rewşenbirên Tirk ên Welatparêz" in. 

 
3'emîn Şaxa Eğitim Senê ya Îzmirê û Şaxa SES'ê ya Îzmirê, bi armanca Akademîzyenên Zanîngeha Dokuz Eylul (DEU) û akademîzyenên di 15'ê Çileya 2016’an de îmze avêtin bin danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" hatin îxrackirin li ber Rektoriya DEU daxuyanî dan. 
Rêveberên HDP, TMMOB û akademisyenên hatin îxrackirin jî di navde gelek kes amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Em hevalên xwe mamosteyên xwe paşve dixwazin" û “Rêveberiya DEU dawî li vê bêhiqûqiyê bîne" vekirin. Disa dowîzên “Akademî bîat nake" rakirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa Egitim Senê Kıyasettin Yaşa daxuyanî da. 
 
Yaşa diyar kir ku DEU 2 sal berê wekî gelek zanîngehan dest bi neçîra pîrebokan kirin û wiha got: "Di 15'ê Çileya 2016’an de der barê 12 akademîsyenên aştiyê de lêpirsîn vekirin. Ji wê demê heta niha 3 rektor, 4 komisyonên cuda bi giştî 12 lêpirsînên cuda hatin vekirin. Ya tê darizandin azadiya ramanê ye. Hevalên me dê bibin stêrkên geş û li ezman biçirûsin. 12 hempîşeyên me yên der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin, çar ji wan neçar man teqawît bibin. 8 hevalên me jî 203 rojin betal in. 
 
YÊ LÊPIRSÎNÊ DIMEŞÎNE ENDAMÊ MHP'Ê YE
 
Yaxa da zanîn ku Rektor piştî 23 mehan parastina nivîskî ji akademisyenan xwest û wiha got: "Piştî akademisyenan parastina nivîskî da komisyon hat guhertin. Tu sûcek li holê tune. Nayê zanîn ku ji ber çi tên darizandin. Em fêr bûn ku Ji Fakulteya Zanistiyên Îdarî (İİBF) Prof. Dr. Recep Kok, Ji Fakulteya Îlahiyetê Prof. Dr. Himmet Konur û ji Fakulteya Endezyariyê Prof. Dr. Mustafa Akgun e. Prof. Kok û Prof. Konur, kesên îmzeya ‘Danezana Rewşenbirên Tirk ên Welatparêz" in. Prof. Kok di heman demê de namzetê wekîlê MHP'ê yê hilbijartina 7'ê Hezîranê ye." 
 
Yaşa, herî dawî anî ziman ku aşkerekirina ramanê ne sûc e û wiha got: "Ev roj dê derbas bibin. Lê xerabî bakî ye."