Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê

img

STENBOL – Karker û kedkaran destnîşan kir ku herî zêde şer bandorê li wan dike û êdî carinan dem tê ew nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bikin. Yek ji van karkeran Guven Gokcan got pereyê her guleyeke ber bi Efrînê ve tê berdan ji bêrîka wan derdikeve. 

Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê di roja 23'yemîn de ne. Her diçe bandorên şer ên li ser jiyana rojane aşkere dibin. Bi vê re sotemenî, heqê riyan, ceryan, av û gaza xwezayî her tên zemkirin. Duh na pêr 3 karkerên ku xwestin piştevaniya hevalên xwe yên karker ên ji ber sendîkayî bûn ji Şîrketa Ananonîm a Prefabrîkê ya Betrayê ya li Pamûkovaya Sakaryayê hatin avêtin û çalakiyê li dar dixin bikin, polîsan ji wan re got "Rewşa Awarte heye, leşkerên me li Efrînê ne divê hûn fedakariyê bikin." Ev yek jî nîşan dide ku şer bi awayekî zêde bandorê li karkeran dike. Hosteyê mekanîkê Sedat Aydin diyar kir ku şer bi awayekî cidî bandorê li wan dike û wiha got: "Yanî em mecbûr dimînin ku zexîre, xweyîkirin û lixwekirinê kêm bikin. Ez û hevjîna xwe tevde dixebitin. Diviya em xanî bikirin, lê em di kirê de ne. Em nikarin xeyalê malê jî bikin." 
 
Aydin bi lêv kir ku dema li malê du kes nexebitin debarkirin nepêkan e û got: "Carinan em diçin marketê tenê li berên lê ne dinêrin. Fatûreyên gaza xwezayî, ceryanê zêde zêde tên. Lê belê meaşê me jî li hemberî enflasyonê dihele." Aydin anî ziman ku hikûmet û patron şer weke navgînekê bi kar tînin. Aydin diyar kir ku niha zarokên wî tune ne, lê belê ji bo pêşerojê şik û gumanên wî hene. Aydin got zarokên dewlemendan kîjan dibistanê bixwazin li wir dixwînin û got: "Zarokên wan dibin burokrat, lê ê me jî çekê didin destê wan û wan dikin leşker. Paşê em jî diçin cenazeyên wan pêşwazî dikin." 
 
‘JI BEHRA REŞ IM LÊ NIKARIM HEMSIYAN BIXWIM' 
 
Aydin destnîşan kir ku ew ji herêma Behra Reş e, lê belê nikare hemsiyan jî bikire û domand: "Di sala 2001'ê de min li Ordûyê hemsî difirotin. Me hemsî bi 25-50 qurişî difirot. Li cem me ji hemsiyan re dibêjin xwarina feqîran. Lê niha hemsî jî bûye tiştekî zaf luks. Êdî dewlemend li restorantan hemsiyan dixwin." Aydin ku got "Kesên me bi rê ve dibin, em ne di etra wan de ne. Tenê li qezenca xwe difikirin" destnîşan kir ku divê hemû kesên bindest  û kedkar xwe rêxistin bikin û li dijî çewisandinan, enflasyonê dengê xwe bilind bikin. 
 
‘PEREYÊ GULEYÊN TÊN BERDAN JI BÊRÎKA MIN DERDIKEVE' 
 
Hosteyê montajê Guven Gokcan jî, destnîşan kir ku bi her hêla xwe şer nebaş e û her guleya ku tê avêtin ji bêrîka karkeran derdikeve û ji şer ji bilî keser, xwîn, êşê tu tiştekî nayîne. Gokcan got derdorên xebatkar bi dagirkirina deverên ku qet navên wan nebihîstine kêfxweş dibin û got: "Qet nafikirin ka hêla vê ya aborî çî ye. Nizane ka ew bombeya ku ji balafirê tê avêtin çawa bêrîka wî dişewitîne." 
 
NIKARIM JI BO MALÊ FÊKÎ BIKIRIM' 
 
Gokcan got ew di xaniyekî du odeyî de dimîne û wiha axivî: "Di xaniyekî wek darbestê de dimînim. Ji ber ku ev xanî yê xizmekî min e, niha îdare dikim. Du keçên min hene. Ez û hevjîna xwe û zarokên xwe li heman odeyê radikevin. Lew em dibêjin heke mêvanek bê bila cihê wan ê razanê hebe." Gokcan got ew nikarin ji bo mala xwe fêkiyan jî bikirin û domand: "Berê me ji cejnê heta cejnê goşt didît. Niha ew jî tune ye. Em nikarin pêdiviyên sereke yên zarokan jî peyda bikin. Ez diçim marketan borşuran li hev dixim bê ka kîjan erzan e." 
 
Gokcan têkildarî heqdesta kêmtirîn gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên "Camêr hezar û 600 lîreyî jî naecibînin" bi bîr xist û ev tişt gotin: "Em bi civakeke ku bertek nîşanî van gotinan nade re rû bi rû ne. Zilamê ku van gotinan dibêje keça wî li derveyî welat xwendiye û ew jî mehê 40-50 hezar lîre meaş werdigire. Bila werin tenê mehekê di şûna me de bijîn. Divê îro buhayê nanê ku ew behs dikin ne evqas bûna. Divê îro buhayê zexîre û ceryanê ne evqas zêde bûna û divê heqedesta kêmtirîn 3 hezar û 500 lîre be ku mirov baş an xirab karibin zarokên xwe bidin xebitandin." 
 
Gokcan destnîşan kir ku divê karker xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurtir bikin.