Karkerên Akkîmê 200 roj in li mafê xwe digerin

img

AMED - Karkerên li Hadimkoyê di Fabrîqeya Kîmyawî ya Akkîmê de dixebitîn, ji ber ku mafên xwe yên sendîkayê xwestin ji kar hatin avêtin. Kaker ji bo vegerin karê xwe 200 roj in di çalakiyê de ne.

Fabrîqeya Kîmyawî ya Akkîmê ya li navçeya Hadimkoya Stenbolê, bi hinceta "piçûkirinê" di 31'ê Tîrmeha 2017'an de 22 karkerên ku sendîkayî bûn, ji kar avêt. Fabrîqeyê piştre dem bi dem hin karker jî ji kar avêt, hejmara karkerên ku ji kar avêt gihişt 100 karkerî. Karker ji bo şûn ve vegerin karê xwe li ber fabrîqeyê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
 
Çalakiya karkeran di mehên havînê yên germ de dest pê kir, di mehên zivistanê de dewam kir. Karker 200 roj in çalakiya xwe dewam dikinin, di saetên sibehê de diçin ber fabrîqeyê û hevalên xwe yên karker pêşwazî dikin. Piştî hevalên wan dest bi kar dikin, karker taştêya xwe dixwen, nûçeyên di rojnameyan de dixwînin û rojevê nîqaş dikin. Di saetên êvarê de dema hevalên wan ji kar derdikevin, bi çepik û dirûşma berê xwe didin malên xwe.
 
‘HETA EM MAFÊ XWE NEGIRIN’
 
Orhan Karaçobanoglu (32) destnîşan kir ku ew sal û nîvekî di beşa depoyê ya Akkîmê de xebitiye, ji bo mafê xwe bûye endamê Sendîkaya Petrol-Îşê. Karaçobanoglu da zanîn ku destpêkê wan bi 65 karkeran dest bi çalakiyê kiriye, hin hevrêyên wan ji ber pirsgirêkên aboriyê dest ji çalakiyê berdaye û neçar mane bixebitin. Karaçobanoglu diyar kir ku niha qasî 15 kesan di kon de çalakiyê dewam dikin. Karaçobanoglu destnîşan kir ku doza ku Petrol-Îşê der barê Akkîmê de vekiriye, di 21'ê Sibatê de ye û ev tişt got: "Heke ji dadgehê encamek dernekeve jî dê çalakiyên me dewam bikin. Dema em mafê xwe bigirin dê ev berxwedan bi dawî bibe. Em berê di hundurê fabrîqeyê de bûn. Têkoşîna me ya li vir têkoşîna maf e û em vê bi patron didin hîskirin."
 
MUXALEFET REXNE KIR
 
Ahmet Turan ê 34 salî bavê 3 zarokan e, ji ber ku di kirê de dimîne, 7 meh e pirsgirêkên aboriyê dikişîne û pereyê ku sendîka dide wî têra wî nake. Turan, da zanîn ku tenê ji bo li konê çalakiyê bimîne, ji gelek bankayan kredî kişandiye û wiha axivî: "Ji vedana konê pêşberî Akkîmê ne kêfxeş in. Em bi karmendaran re hatin hemberî hev. Çavê me ne di pereyê wan de ye. Em dixwazin di şertên baş ên kar de bixebitin û sendîkayî bin. Em têkoşîna wê jî didin. Ji ber vê jî em serbilind in." Turan bi lêv kir ku wan heta niha tu piştgirî ji hikumetê negirtiye, muxalefet jî tenê tê serdana konê çalakiyê û diçe. Turan aşkera kir ku tenê propagandayê dikin, xwest hurmetê nîşanê karkeran bidin û wiha axivî: "Kesên mafên xwe digere, wekî terorîst îlan dikin. Lê çi dibe bila bibe em li pey doza xwe ne û emê têkşîna xwe dewam bikin."
 
MA / Muhammet Dogru