DÎSK-AR: Lêkolîn rastiya çîna karkeran nişan dide

img

STENBOL – Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, rapora lêkolîna DÎSK-AR’ê ya bi ser navê "Rastiya Çîna Karkeran a Tirkiye" nirxand û wiha got: "Lêkolîna DÎSK-AR'ê rastiya çîna Tirkiye nişan dide." 

Şîrketa Lêkolînê ya Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger a Tirkiye (DÎSK-AR), li qadê lekolîn kir û bi ser navê "Rastiya Çîna Karkerên Tirkiye" rapor amade kir. DÎSK-AR'ê rapor li salona Abîdîn Dîno ya Navenda Çanda Nazım Hikmet a Şaredariya Şîşliyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Di civînê de Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu gelek endamên sendîkayê amade bûn. Serokê Giştî yê DİSK'ê Kani Beko diyar kir ku wan û IPSOS'ê rapor bi hevre amade kiriye û li ser 2 hezar karkerên ku temê wan 15 û jora 15 salî re lêkolîn kirine. 
 
‘BI PIRANÎ BI HEQÊ KÊM Û BÊ SÎGORTA KAR DIKIN'
 
Beko, anî ziman ku li gorî lêkolînê piştî sala 2017'an hatina karkeran hezar û 894 TL ye û di sala 2017'an heqê herî kêm hezar 404 TL ye. Beko, anî ziman ku li gorî lêkolînê ji sedî 66'ê karkeran kêmî 2 hezar TL distîne. Beko bilêv kir ku ji sedî 18'ê karkeran jî bê sîgorta kar dikin û karkerên temenê wan di navbera 15-24 salî de ji sedî 34 û 43 bê sîgorta ne. Beko, da zanîn ku her karkerek di zik hev de hefteyê 49,3 saetan kar dikin. ji sedî 55'ê karkeran di nava hefteyê de rojek du rojan du mesaîyan dike. Dîsa li gorî lêkolînê ji sedî 87'ê karkeran bê sendika dixebitin. 
 
Beko bilêv kir uk ew dê vê raporê bikin pirtûk.