Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin

img

QERS - Li navçeya Cilawûzê, gundiyên ku tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber bihabûna fiyetên êman, şîrê ku dê havînê bi dest wan bikeve, zivistanê bi awayekî pêşin difiroşin. Gundî şîr di biniya bihayê heyî re difiroşin û sûdê ji fiyetên Konseya Şîr a Navnetewî nagirin. 

Li gundê Çataxa Mezin a navçeya Cilawûz a Qersê, gundî tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Li vî gundê ku hema bêje li her malê bi dehan dewar hene, ji ber bihabûna fiyetên mazot û êman, ji mecbûrî şîrên xwe sala bê îsal difiroşin. Konseya Şîr a Navnetewî 1.53 lîre fiyet li kîloya şîrê xav xistiye, lê belê gundî sûdê ji vî fiyetî nagirin û kîloya şîr di navbera 900 quriş û 1.05 lîreyî de difiroşin. 
 
Şêniyê gund Hûlûsî Mandûz, diyar kir ku 30 dewarên wî hene û debara xwe bi wan dike. Mandûz anî ziman ku çêlek û şîr tu pereyî nakin. Mandûz got: "Fiyetê mazot, gubre û êm zêde biha ne. Ji ber vê hindik maye em ji neçarî koç bikin. Em hatine rewşeke wisa ku, êdî em ê heywanên xwe bifiroşin û ji van deran koç bikin." Mandûz bi lêv kir ku ji ber pêdiviya wan bi pereyê pêşin heye, ew pereyê şîrê ku dê havînî bifiroşin jî ji niha ve pêşin distînin. Mandûz destnîşan kir ku divê dewlet destekê bide cotkaran. Mandûz got: "Ji ber kes şîrê me nakire, em jî ji mecbûrî pêşin difiroşin. Dewlet şîr ji me nakire. Em jî ji mecbûrî şîrê xwe didin bazirganan. Li gundê me 5 hezar dewar hene. Hemû gundî ji mecbûrî şîrê xwe pêşin difiroşin." 
 
GUNDÎ LI BENDA DESTEKÊ NE 
 
Mandûz destnîşan kir ku ger ew şîrê xwe pêşin nefiroşin, ew ê nikaribin debara xwe bikin û got: "Li vir fabrîkayên me yên şîr tune ne. Ger em pêşin nefiroşin em ê nikaribin debara xwe bikin. Ger em şîr bi deyn bidin, em ê nikaribin debara mala xwe bikin. Zarokên me yên xwendekar hene. Eger pereyê şîr pêşin nestînim ma ez ê çawa debara malbata xwe bikim? Banedar di mehên Mijdar-Kanûnê de tên gund. Em şîrê xwe didin wan û pereyê xwe pêşin distînin. Dema em deyndar bin, kîloya şîr bibe 2 lîre jî em mecbûr dimînin bi heman bihayî bifiroşin. Di salekê de 15-16 ton şîr difiroşim û ji niha ve min pereyê 12 ton şîrî pêşin stendiye. Tekane daxwaza me ew e ku, dewlet di warê êm û gubre de destekê bide me." 
 
Şêniyê gund Tûrhan Mengukan jî, diyar kir ku kirîgerên şîr zivistanê tên gund û pereyê şîrê ku ew ê havînê bi dest bixin pêşin didin wan û got: "Fiyetê wê demê muhîm e. Di nava salê de wê bihayê şîr bi çi awayî biguhere, çawa bibe ev yek bazirgan eleqedar nake. Kirîgerê şîr bi fiyetê ku diyar kiriye şîr dikire û deyn sala bên jî bi heman awayî tên dewrkirin." Mengukan destnîşan kir ku zêdebûna fiyetê şîr bandorê li wan nake û got: "Li vir herkes sewalvaniyê dike. Em dixwazin ne şîrketên taybet, lê dewlet şîr, rûn û penêrê me bikire. Em dixwazin herkes sûdê ji heman fiyetî bigire. Rûspiyên gund an jî keya peymanê bi şîrketan re çê dikin. Bêyî hayê gundiyan jê hebe ev kes û banedar li hev dikin. Li her gundî fiyet diguherin. Ji bo hinan 900 quriş, ji bo hinan 800 quriş e, ji bo hinan hezar lîre. Gundiyên mayî jî li gor wê peymanê tev digerin û şîrê xwe bi heman fiyetî didin banedar." 
 
GER KOOPERATÎFEK ME HEBÛNA...
 
Şêniyê gund Cengîz Mandûz jî got, hin gundî pereyê 10 ton şîr, hin jê pereyê 15 ton şîrî pêşin digirin. Mandûz, bi lêv kir ku wî pereyê 8 ton şîr pêşin girtiye. Mandûz got: "Ez her sal 8 ton şîr difiroşim û pereyê wê pêşin distînim. Em lîtreya şîr bi 1.15 lîreyî didin. Ji ber pêdiviya me pê heye, em ji mecbûrî şîr bi vî fiyetî didin. Gundî ji mecbûrî şîr pêşin difiroşin. Ger kooperatîfek me hebûna, wê ev pirsgirêk tune bûnan." 
 
MA / Mujdat Can