Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar

img
ÎZMÎR – Endamên KESK’ê li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê li hev kom bûn û xwestin hevalên wan bi KHK’yan ji kar hatine îxrackirin paş ve bigirin kar. 
 
Endamên Polatforma Şaxan a KESK’ê ya Îzmîrê bi boneya hevalên wan di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin û paş ve vegerin karê xwe li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konaka Îzmîrê li hev kom bûn. Çalakvanan pankarta “Em xwedî li kar û siberoja xwe derdikevin” hildan û dirûşmeyan berz kirin. Piştî çalakiya rûniştinê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê Hasan Alî Kiliç daxuyanî da. 
 
‘EM Ê FÊRÎ ÇANDA BÎATÊ NEBIN’ 
 
Kiliç destnîşan kir ku ew ê xwe ne elimînin çanda bîatkirinê û ew ê li dijî hemû polîtîkayên zext, tirs û çewisandinê îtîraz û têkoşîna xwe bidin dewamkirin. Kiliç da zanîn ku şîrîkatiya AKP û MHP’ê dixwaze bi polîtîkaya şer civakê li gorî xwe dîzayn bike û xwest demil dest hevalên wan ji kar hatine îxrackirin paş ve bigirin kar. 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan bi dawî bû.