Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin

img

WAN - Çotkarên Wanî projeya “300 mihî” ya hikûmet detayê wê ji raya giştî re eşkere nake rasteqîn nabînin û gotin: “Bila dewlet ne mihan, qedexeyên li ser zozanan rabikin. Heya qedexe berdewam bikin, em ne 300 mihan, dê nikaribin 3 mihan jî xwedî bikin." 

Di warê xwedî kirina pez de Wan yek ji bajarên Tirkiyeyê yên herî girîng e, lê 112 mezrik û zozanên wê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Demborî” hatine qedexekirin. Li Wanê gundiyên debara xwe bi sewalkiriyê dikin, ji ber qedexeyan necar mane ku dev ji sewalkariyê berdin. Gundî di heman demê de, li dijî projeya “300 mihî” ya Wezareta Sewalkarî û Qûr Cotkariyê bi bertekin. 
 
‘EMÊ SEWALÊM XWE ÇAWAN XWEDÎ BIKIN?’
 
Cotkar Mehmet Çaçur, diyar kir ku ji ber qedexeyên Peyîzava ew nikarin herin zozanan û wiha axivî: “Ji ber vê yekê em pir mexdûrin. Sewalên me di destên me de name. Wextê zozanan hatiye lê em nikarin herin zozanan. Ji xwe îsal befir pir kêm hat û hişkahî heye. Ger em neçin zozanan jî em sewalên xwe çawan xwedî bikin? Rayedarên hikûmet û dewletê behsa ‘dayîna 300 mihan’ dikin. Bila dest pêkê qadexeyên li ser zozanan rabikin, me tiştek din ji wan navê.  Emê çi ji 300 mihên wan bikin. Pêdiviya me  bi mihên wan tuneye. Em ji dewletê mihan naxwazin, em dixwazin qedexeyên li ser zozanan rabikin.”
 
‘SEWALÊN ME LI BAJARAN DIMIRIN’
 
Mahmut Ugurlî jî, anî ziman ku zozanên wan ê Miksê qedexe kirine û wiha got: “Zozanên me pir xweşin, lê ji ber ku hatine qedexekirin, me nikarin herinê. Êdî em nikarin ji malên xwe derbikevin û sewalên xwe xwedî bikin. Sewalên em li bajêr nexweş dikevin û dimirin. Av tuneye, gîha tune û zozan tune ne. Ji xwe mihan didin dewlemendan, nadin xizanan. Ji xwe bidin me jî em nikarin di van şert û merdan de wan xwedî bikin. Ger zozanên me serbest bûna, me dê bi deh hezaran mih xwedî bikiran. Berî 300 mihan bidin bila ji kerema xwe re qedexeyên li ser zozanan rabikin. Zivîsanê em li Taxa Sihkê dijiyan. Niha di destê min de tenê 4 mih mane. Dixwazim hejmara wan zêde bikim, lê li bajêr ew derfet tuneye. Êdî wisan li me hatiye en nizanin çi bikin.”
 
‘EZ SAETEKÊ JÎ NIKARIM LI 300 MIHAN MÊZE BIKIM’
 
Cotkar Omer Yakut jî, diyar kir ku ji zaroktiya xwe ve karê sewalkariyê dike û wiha axivî: “Zozanên me qedexe kirin. Li navenda bajêr em ji bo sewalên xwe gîha û avê peyda nakin. Divê demildest qedexe bên rakirin ku em bikarin sewalên xwe xwedî bikin. Dibêjin ‘em ê mihan bidin we.’ Ji ber zozan qedexe kirine, ez nikarim saetekê jî ji 300 mihan mêze bikim. Berî mihan bidin divê qedexeyan rabikin.”
 
‘BERÎ HER TIŞTÎ BILA QEDEXEYAN RIKIN’
 
Yusuf Aslan jî, zozanên wan nêzî Gola Keşîş a navendê ye û wiha got: “Em her sal diçûn zozanan, lê  me îsal nikarin herin. Ji ber vê sewal xwedî kirin jî pir zore. Em ji rayedarên hikûmet û dewletê dixwazin berî her tiştî bila qedexeyan bi dawî bikin. Li derdora Gola Keşîş 14 gund hene û tim sewalên xwe dibin zozanan. Lê îsal ji ber qedexeyan gundî nikarin sewalên xwe bibin zozanan. Di vê rewşê de ne 300 mihan, ew 3 mihan jî bidin min ezê nikarin wan xwedî bikim. Lê ger qedexe bên rakirin, ne 300 mihan, ezê karibin 600 mihan jî xwedî bikim. Ger qedexe bên rakirin, dê hejmara sewalan zêde bibe, guşt dê erzan bibe û aborî jî baş be.”
 
MA / Mahmut Ruvanas