Bi salan e mirîşkan xwedî dike, lê heqê keda wê nayê dayîn

img

WAN – Meryem Ûzûner, 4 sal berê ji bo debara xwe bike û aboriya xwe bi dest bixe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir. Ûzûner, destnîşan kir ku ew beramberiya keda xwe wernagire û got: “Di vî karî de tenê kirîger qezenc dikin.” 

Meryem Ûzûner (34) ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijî, bi salan e bi derfetên xwe mirîşkan xwedî dike, lê belê beramberiya keda xwe wernagire. Ûzûner, ji bo hêkan bifiroşe 4 sal berê dest bi xwedîkirina mirîşkan kir. Ûzûner got, bi vî karî kêfxweş dibe. 
 
‘DI VÎ KARÎ DE KIRÎGER QEZENC DIKIN’ 
 
Ûzûner, bi lêv kir ku wê di destpêkê de bi 400 mirîşkî dest bi vî karî kiriye, lê paşê mecbûr maye 200 mirîşkên xwe bifiroşe. Ûzûner, diyar kir ku piştî ew ji gund hatine Wanê, di warê debarkirinê de zehmetî kişandine û got: “Karekî ku em bikin tune bû. Zarokên min biçûk in û me nikaribû debara xwe bike. Hevjînê min jî eger karê înşaatê hebe dixebite. Eger kar tune be, wekî din em nikarin tiştekî bikin. Min û hevjînê xwe 400 mirîşk kirîn. Lê paşê me 200 jê firotin. 200 heb man, lê me bi zorê li wan dinerin. Hêkên mirîşkan, hêkên xwezayî ne lê kirîger bi nîviyê fiyet dikire. Tenê kirîger di vî karî de qezenc dikin. Em her meh vîtamînê ji bo mirîşkan dikirin û 6 mehan carekê jî wan aşî dikin. Yanî dema em van tiştan hemûyan dihesibînin, tu tiştek di dest me de namîne.” 
 
Ûzûner, diyar kir ku ew her roj bi mirîşkan re eleqedar dibe û got: “Şeveqê zû radibim êm û ava wan didim wan. Çawa roj hiltê wan derdixim baxçe. Ji bo nexweş nekevin, pir hewl didim. Tim koxa wan paqij dikim û ava û êmê wan diguherînim. Eger rewşa me ya aborî evqasî ne xirab bûna, min ê dev jê berdana. Bi rastî jî xwedîkirina mirîşkan ked û sebrê divê.  Xwedîkirina mirîşkan xaka gund tîne bîra mirov, lê mixabin em heqê keda xwe nastînin. Mirov hemû dibêjin hêkên gundan, yanî hêkên ku em difiroşin û yên li marketan tên firotin ne wek hev in. Divê qîmeta vê yekê bê zanîn û piyaseyek bê peydakirin. An jê wê mirovên wekî me çawa debara xwe bikin? “