Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL

img

STENBOL  – Di rojên dawî de ji ber polîtîkaya îktîdara AKP'ê ya navxweşî û derve û şerê li Rojhilata Navîn Lîrayê Tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Di nava çend rojan de dolar 4 tl derbas kir û niha Yek Dolar gihişt 4.11 TL. Dolar duh 4.13 TL bû îro 4.11 TL ye. Li ser vê yekê zema mazotê jî zêde bû. Bi zema 17 qurişî li Stenbolê buhoyê motorîn ku berê 5.30 - 5.35 TL bû dê bigêje 5.5 TL. 

Li Tirkiye bi şerê navxeyî û derve krîza abori her ku diçe kûr dibe. Lîrayê Tirk li hemberî pereyên biyanî qîmeta xwe winda dike. Bazirganî têk diçe. Her ku çide Tirkiye bêtir mal ji derve dikire û hindik mal difiroşe derve. Ji ber vê yekê bêtir bi qîmeta Dolar û Euro dibe deyndarê welatên derve. Piştî ku TL li hemberî Dolar û Euro qîmeta xwe winda dike barê Tirkiye bêtir giran dibe. Duh Dolar gihişt 4,1391 TL. Serê sibê dîsa Dolar daket 4,1175 TL. Dîsa Euro derket 5,1176 TL yi. Lîrayê Tirk piştî civîna Tirkiye, Rûsya û Îranê li hemberî pereyê biyanî roj bi roj qîmeta xwe winda dike. 
 
MAZOT DÎSA ZEM BÛ 
 
Li Aliyê din Sendikaya Karsazên Berhemên Petrolê (PUÎS) jî daxuyanî da û diyar kir ku piştî roja 12.04.2018 bêncşemê koma motorin dê 17 quriş zem bibe. Bi zema 17 qurişî li Stenbolê buhoyê motorîn ku berê 5.30 - 5.35 TL bû dê bigêje 5.5 TL.