Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe

img

AMED – Hat derpêşkirin ku Nûnertiya Bem Bîr Sen a Amedê ya girêdayî Memûr Senê, gef li endamên Tum Bel Senê yên di Şaredariya Mezin a Amed de ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin dixebitin de xwarine û gotine eger ji sendîkayê îstifa nekin wê di lîsteya îxrackirinê ya nû de navê wan jî hebe. 

Hat derpêşkirin ku Nûnertiya Bem Bîr Sen a Amedê ya girêdayî Memûr Senê ku nêzî îktîdarê ye, gef li endamên Tum Bel Senê yên di Şaredariya Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin dixebitin de xwariye û ji wan xwestiye ku ji sendikaya xwe îstifa bikin an jê wê di lîsteya îxrackirinê ya nû de navê wan jî hebe. Hat diyarkirin ku nûnerên Bem Bîr Senê Zekî Yagmûr û Cemîl Yureklî , Tum Bel Senê bi “Birêveberina fealiyetên îllegal” tawanbar dike û bi ser endamên Tum Bel Senê yên di şaredariyê de dixebitin diçe û dixwaze bi giştî derbasî Memûr Senê bibin. 
 
Hevseroka Şaxa Tum Bel Sen a Amedê Yasemîn Noyan, diyar kir ku endamên wan tên tehdîtkirin û formên Bem Bîr Senê danîne ser maseyên wan û ji bo wan wext hatiye diyarkirin. Noyan got: “Gelek endamên me hatin sendîkayê gotin Cemîl Yureklî ji wan re gotiye ‘Heta êvarî wextê we heye. Eger hûn ji Tum Bel Senê îstifa nekin, Cûma Atîlla lîsteya navan ji me dixwaze. Wê di lîsteya nû de navê we jî hebe.’” 
 
‘TIŞTA TÊ KIRIN DERÎ EHLAQÊ YE’ 
 
Noyan, diyar kir ku berê 471 yek endamên wan hatin îxrackirin û ji ber gefên sendîkayên nêzî îktîdarê nêzî 200 endamên wan bi xemgînî ji sendîkayê îstifa kirine. Noyan diyar kir ku niha 870 endamên wan dixebitin û ev pêvajoya çewisandinî rasterast bandorê li wan dike. Noyan got: “Endamên me ji aliyê sendikaya alîgir ve tên tehdîtkirin. Ev yek derî ehlaqê ye. Em nikarin li şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin xebatan bi rê ve bibin. Helwdanên me tên astengkirin. Endamtiya sendikaya nabe hinceta îxrackirinê. Fealiyetên sendikal mafên qanûnî ne. Û em ê vî mafê xwe biparêz in.” 
 
MA / Lezgin Akdeniz