Dengdayîna hilbijartinên DTSO’yê dest pê kir

img

AMED – Dengdayîna hilbijartina Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Amedê ji bo rêveberiya xwe ya nû bijêre dest pê kir. 

Hilbijartinên Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê yên li Tirkiyeyê li ser biryara Wezareta Bazirganî û Gumrikê bi hinceta “ewlehiya hilijartinê” taloqî meha nîsanê hatin kirin. Divê ku hilbijartinê di mijdara 2017’an de bihata lidarxistin, lê ji ber vê biryarê taloqî nîsanê kirin. Odeya Pîşesazî û Bazarganî ya Amedê (DTSO) jî bi awayekî derengmayî dest bi hilijartinê kir. Di hilbijartina DTSO’yê de lîsteyên ji koman pêk tên ketine pêşbaziya hilbijartinê. Hilbijartin îro dest pê kir. Namzetên 4 lîste û namzetên serbixwe dikevin hilbijartinê û endamên DTSO diçin ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin.
 
Hilbijartina DTSO li dibistana Hasanpaşa a li Fîskaya ya Amedê pêk tê û dengdayîn saet di 09.00’an de destpê kir. 
 
Endamên DTSO ji bo hilbijartinê hatin dibistanê û li ber sindoqan û dibistanê ketine dorê. Polîsan jî bi maşîneyên zirxî li derdora dibistanê tedbîr girtin û nehiştin endamên çapemeniyê bikevin hundirê dibistanê. 
 
LÎSTEYA KESK BI MEHMET KAYA DERDIKEVE PÊŞ 
 
Her lîste dê bi 16 komên xwe hene û dengan bikar tînin û ji her komê dê 3 kes bên hilbijartin. Bi giştî dê 48 kes bên hilbijartin û Meclîsa DTSO’yê ava bikin. Di hilbijartinê de Lîsteya Kesk a ku namzetê serokatiya wê Mehmet Kaya dike derdikeve pêş. Mehmet Kaya berê jî serokatiya DTSO kiribû. Di vê pêvajoyê de Kaya û komên xwe xebatek mezin dan meşandin. 
 
Lîsteya Kesk, xwedî tecrûbeyek xwe ya bazirganiyê heye. Lîsteya Kesk bi xebatên li qadê da meşandin bala raya giştî kişand ser xwe. 
 
LÎSTEYA ZER BI ABDULKADÎR KARAVÎL DERDIKEVE PÊŞ 
 
Komek din a ku xwe ji rêveberiya DTSO’yê re amade dike jî Lîsteya Zer e. Karsaz Abdulkadîr Karavîl namzetê lîsteyê ye. Di heman demê de Karavîl Wekîliya Serokatiya Lîjneya Rêveberiya Herêma Pîşesaziya Organîzeyê (OSB) dike. 
 
NAMZETÊN SERBIXWE JÎ HENE 
 
Li gel lîsteya Kesk û Zer lîsteyên Spî û Sor jî hene. Hin namzetên serbixwe dikevin hilbijartinê jî hene. 7 hezar endamên DTSO’yê divê dengên xwe bikar bînin. Lê ji ber deynê odeyê li 6 hezar endam heye nikarin dengê xwe bikar bînin. 
 
Dengdayîna DTSO’yê dê saet di 17.00’an de bi dawî bibe û piştî jimartina dengan dê encam bê aşkerekirin.