Bozgeyîk: Em dê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin

img

STENBOL – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku îsal ji ber îxracên karmendan, xebatên bê ewle, polîtîkayên şer, kedxwariyê û tundiya li ser karkeran 1'ê Gulana 2018'an gelek girîng e û wiha got: "Em dê îsal 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê pîroz bikin." 

Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkyên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endesyarên Tirk (TMMOB) îsal dê 1'ê Gulane li şûna qada Taksimê li Maltepe bi mîtîngek mezin pîroz bikin. Ji ber ku walîtiya Stenbolê destûr neda li Taksimê pîroz bikin, biryar dan ku îsal bi tevlêbûna deh hezaran li Maltepe mîtîngek mezin pêk bînin. Têkildarî amadekarî û armanca mîtînga Maltepe, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk nirxandin kirin. 
 
Bozgeyîk, diyar kir ku piştî 20'ê Tîrmeha 2016’an de OHAL hat îlan kirin û şûnde li Tirkiye rejîma desthilatdar û otorîter hatiye ser kar û wiha got: “Helû hêzên muxalif yên polîtikayên AKP’ê yên aborî, civakî û siyasî rexne dike dibin hedefa AKP'ê. 20 mehin em li dijî OHAL'ê têdikoşin. Bi taybetî li dijî dûrxistina kar, îxracan, karê bê ewle û polîtîkayên şer em têdikoşin. Polîtikayên şer û xebatên bê ewle raste rast karker û karmendan bi bandor dike. Ji ber vê yekê, pîrozbahî û tevlêbûna 1'ê Gulana 2018’an ji ya her sal bêtir girîngtir e. 
 
‘EM TÊ TÊKOŞÎNA HİQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN'
 
Bozgeyîk, anî ziman bi armanca bîranîna kedkarên di 1'ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dan nû bikin, berpirsiyarên komkujiyê bên ronîkirin rêxistinên ked û pîşeyî bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtin kirine û wiha got: “Me xwest demek berî demekê Tirkiye ji vê pêvajoya otoriter, zextan û pêvajoya bê qanûna bingehîn xelas bikin. Me xwest Qada Taksimê dîsa ji karkeran re vekin û ev yek mafê me yê xwezayi ye. Lê tevî vê serlêdan û daxwaza me Wezîrê Karên Hundir û Waliyê Stenbolê carek din Qada Taksîmê li me qedexe kir. Em dê der barê vê biryara qedexeyê de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin." 
 
'HEMÛ BEŞÊN CIVAKÎ DIVÊ DAKEVIN QADAN' 
 
Bozgeyîk, xwest hemû beşên civakê yên rastî polîtîkayên tundî, zextên AKP’ê tên li dijî van polîtîkayan dakevin qadan û wiha axivî: “Em rêxistin û saziyên ked û pîşeyî dê weki li 81 bajaran li Stenbolê jî li qada Maltepe tevî hemû kedkar û karkeran mîtîngê pêk bînin û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Hemû karker, kedkar, kurd, demokrat, xizan, aştîxwaz û hemû beşên muxalif em dê li hev kom bibin û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Lê me dîsa dest ji daxwazên xwe yên Qada Taksimê bernedaye. Ji bo bîranina hevalên xwe yên me di 1'ê Gulana 1977'an de winda kirin em dê li qadan bin. Wezîrê Karên Hundir û Walî bi hinceta ewlehiyê destûr neda. Lê em dizanin AKP qada Taksîmê ji sendîkayên hevkarên xwe re vekiriye. Ger ku pirsgirêka ewlehiyê hebe divê ji bo her kesî hebe. Ger ku qedexe be divê ji bo her kesî qedexe be. Ger ku serbest be jî divê ji bo her kesî serbest be. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. "
 
Bozgeyîk, biryara Turk Îşê ya ku 1'ê Gulanê li Hatayê pîroz bike jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Di serdema şerê yekemîn û duyemîn ên cîhanê de jî hemû karker, kedkaran li dijî şer ji bo aştiyê mîtîng li darxistin. Mixabin li welatê me ji bilî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê gelek saziyên sivîl li gorî daxwazên hikûmetê yên şer tev digerin. Em dibînin ku ev rêxistinên nêzî îktîdarê OHAL’ê, dûrxistina karkeran, heqê kedê yê kêm îtîraz nakin. Em rast nabînin ku karker û kedkar bi çîna şerxwaz re bê cem hev. Ji ber ku hêzên şerxwaz kedê binpê dikin û metîngeriya kedê dikin. Divê hemû rêxistinên kedê li dijî şer ji bo aştiyê helwesta xwe diyar bikin. Bi taybetî divê li diji polîtikayên AKP'ê yên li Rojhilat û rojavayê Firatê û li ser Efrînê helwesta xwe diyar bikin. 
 
‘NEWROZÊ RÊ LI PÊŞ ME VEKIR'
 
Bozgeyîk, da zanîn ku 8'ê Adarê û 21'ê Adarê Roja Newrozê rê li pêş wan vekir û wiha bi dawî kir: "Em dê bi hişyarî û ruhê 8'ê Adarê û 21'ê Adarê, 1'ê Gulanê piroz bikin. Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê dakevin qada 1'ê Gulanê. Hemû beşên civakê yên muxalif, li dijî polîtîkayên AKP’ê, OHAL'a 20 mehan, KHK'ê bi zextên dijwar ên AKP'ê re rû bi rû ne. Parlamenter û hevserokên HDP'ê parlamenterê CHP'ê girti ye. 94 Şaredarî qeyûm tayînî wan hatin kirin. Nêzî 170 rojnameger girtî ne. Nêzî 50 hezar xwendekar girtî ne. Sendikavan û mamoste girtî ne. Hemû mirov rastî pêkanînên dijdemokratik tên û nikarin azad ramanê we bînin ziman. Nikarin azad liqadan fikrên xwe bînin ziman. Pîrozbahiya Newrozê rê li pêş me vekir. Em dê li dijî hemû zext û tundiya Rejîma AKP'ê, bi ruhê Newrozê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, ji bo dawîlêhatina şerê li Sûriye, ji bo daxwazên xwe yên Rojhilata Navîn, di 1'ê Gulanê de li her qadên Tirkiye û Stenbolê em dê dakevin qadan û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Em dixwazin hemû jin, ciwan, kedkar û karker li qadan daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman. Em bi hevîne ku em vê pêvajoya bi zext û tundî ji ser xwe bavêjin. Her dem helwesta aştî, demokrasî û kedê bi ser ketiye û dê dîsa ev yek bi ser bikeve. Em bang li hemû endam û rêveberên xwe dikin ku ji cihê karê xwe de dest pê bikin û hemû derdorê xwe ji bo tevlêbûna 1'ê Gulanê bi rêxistin bikin. 
 
MA / Muhammet Dogru