‘Her meh em deyndarê dewletê ne’

img

STENBOL – Welatiya bi navê Canan Aslan, diyar kir ku ji ber rewşa aboriyê her meh ew ji xwarina xwe kêm dikirin û pê heqê fatûreyên malê didin. Aslan diyar kir ku lêçûnên malê ji dahatê zêdetir in û got: “Her meh em deyndarê dewletê ne. Êdî me ji bîr kiriye ka aktîvîteyên civakî çi ne.” 

Ji ber zêdebûna qûra dowîzê, rewşa aboriya welat jî her diçe xirabtir dibe. Welatiyên li Taxa Sûltangazî ya Stenbolê dijîn ji rewşa aboriyê ya welat nerazî ne. Welatiya bi navê Canan Aslan bi lêv kir ku matbaayeke wan a biçûçik heye û ew hevjînê xwe tevde wê bi rê ve dibin. Aslan got: “Ez, hevjînê xwe, zarokê xwe û xesûya xwe tev de dijîn. Mala me jî û kargeha me jî bi kirê ye.” 
 
Aslan, diyar kir ku hema bêje di 5 mehên dawî de êdî tu karî nakin û got: “Em 750 lîre didin heqê kiriya kargehê û 800 lîre jî didin a malê. Lê li herdu cihan jş ceryan, av, gaza xwezayî û înternet heye. Di meha Adarê de heqê fatûreya avê ya malê 88 lîre hat. 75 lîre heqê ceraynê. A rastî em xweşikî bi kar jî naynin. Gaza xwezayî girtiye, an tu odeyekê vedikî an venakî. Dema em odeyekê an jî du odeyan vedikin, mehê 200-250 lîre tê. Her wiha li cihê kar jî heman tişt heye. Li wir tenê gaza xwezayî tune ye. Ji ber kargeh e ceryan zêdetir tê. Di meha Adarê de 185 lîre heqê ceryanê hat. Heqê avê jî 40-50 lîre hat.” 
 
‘NIKARIM KURÊ XWE BIŞÎNIM QURSÊ’ 
 
Aslan, destnîşan kir ku ew heftê 150 lîreyî li bazarê xerc dike û ev yek mehê dike 600 lîre. Aslan, anî ziman ku dema ew lêçûna marketê jî dixin ser mehê dibe hezar lîre. Aslan, diyar kir ku kurê wê diçe pola 8’an û got: “Helbet lêçûnên wî jî hene. Rojê 5 lîreyan didim wî. Jê re dibêjim pê îdare bike. Lê belê nikarim wî bişînim qurs û dersxaneyan. Çimkî pir biha ne.” 
 
‘HER MEH EM DEYNDARÊ DEWLETÊ NE’ 
 
Aslan, anî ziman ku mehê nêzî 3 hezar lîre lêçûna mala wan e. Aslan got, dahata bi dest wan dikeve jî diguhere û got: “Carinan 2 hezar, carinan 3 hezar e.  Dema 2 hezar an 3 hezar be têr nake û ji ber vê em fatûreyênn ceryan û avê dihêlin meheke din. Meha din jî eger qezenca me di ser 3 hezar lîreyî re be (5 meha e tiştekî wisa çênebûye) wê çaxê em deynê xwe didin. Yanî ji ber vê rewşê gelek caran em ji xwarina xwe kêm dikin, pê heqê fatûreyan didin. Lê her meh em deyndarê dewletê ne.” 
 
‘ME ÇALKIYÊN CIVAKÎ JI BÎR KIRIN’ 
 
Aslan got: “Êdî çalakiyên civakiyî, şano, sinema, ger, aşxane, cil û berg, alvêrê çênabe. Me ew ji bîr kirin.” 
 
MA / Sadiye Eser