Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî

img

STENBOL - Gokhan Oner ê ji Şaredariya Beyoglu hat  avêtin, li ber Midûryeta Bajêr a Saziya kar, cuzdana xwe avêt erdê û bertek nîşanî bêhiqûqiyê da. 

Karker Gokhan Oner ê bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” berî mehekê ji Şaredariya Beyoglu ji kar hat avêtin, bi armanca balê bikişîne ser bêhiqûqiya bi serî wî de hatî, li ber Midûryeta Bajêr a  Saziya  Kar û Xebatê ya Stenbolê çalakî pêk anî. Oner ê ji bo nan bibe mala xwe goreyên difirotin û cuzdana xwe avêtin erdê û bertek nîşan da.
 
Oner da zanîn ku sê zarokên wî hene û wiha got: “Şaredariya Beyoglu berî ez û 20 hevalên min, em ji kar derxistin. Di hemû hevdîtinan de ez bi serkeftî derketim. Bi telefonekê li min geriyan û bangî min kirin. Sabiqeya min kirin bahane û ez ji kar avêtim. Sê salan min xizmet kir. Li hemberî tu kesê min bêrêzî nekir. Sê zarokên min hene. Du zarokên min diçin dibistanê. Min ji hevalê xwe 100 TL deyn kir. Min bûya 50’iyî gore kirî ji bo nan bibim malê û debara xwe bikim.”
 
Oner, destnîşan kir ku gelo çima wisan nêz dibin û dibin sedema malbatek tune bibe? û wiha bilêv kir: “Ez tenê dixwazin vegerin ser karê xwe. Ger dewlet sabiqeya min bike hincet û min ji kar derbixwe, gelo dê cihên karên taybet çawan min bigirin kar?”