‘Eger bi sandalyeya bitekel be jî ez ê biçim 1’ê Gulanê’

img

ÎZMÎR – Mahîr Kiliç ku ji bo vegere ser karê xwe 168 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku eger bi sandalyeyê be jî ew ê tev li 1’ê Gulanê bibe û mafên karkeran bîne ziman. 

Mahîr Kiliç ku tevî 258 karkeran li Şaredariya Mezin a Îzmîrê ji kar hat avêtin, ji bo vegere ser karê xwe 168 rojin di greva birçîbûnê de ye. Her wiha tevî Kiliç 6 hevalên wî jî ji bo vegerin ser karê xwe di çalakiyê de ne. Ji ber ku êdî rewşa Kiliç hatiye asteke talûke, rayedarên DÎSK’ê ketin dewrê û bi Şaredarê Şaredariya Mezin a Îzmîrê Azîz Kocaoglû re hevdîtin çêkirin. Lê belê Kocaoglû got: “Ez karkerên ku mine w ji kar derxistine dîsa nagirim. Ez ê nehêlim şaredariyên din jî wan bigirim.” Kiliç û hevalên wî bersiva ku hat dayîn qebûl nekirin û biryar dane ku ew ê çalakiya xwe dewam bikin. 
 
Kiliç û hevalên wî ku li ber avahiya şaredariyê çalakiya xwe dewam dikin, têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de axivîn. 
 
'EZ Ê BI SANDALYEYA BITEKEL TEV LI 1’Ê GULANÊ BIBIM’ 
 
Kiliç, anî ziman ku wateya 1’ê Gulana 2018’an ji bo wî cuda ye. Kiliç, anî ziman ku 1’ê Gulanê mîrateya karkerên ku div ê rêçê de bi xwînê bedel dane û armanca wan jî ew e ku vê mîrateyê dewrî nifşên bê bikin. Kiliç got: “Ji ber vê divê êdî kesên ku bi keda karkeran qoltix dagirkirin, êdî wan qoltixan ji xwediyê wan ê esil, ji karker û kedkaran re bihêlin. Em deyndarê karkerên ku bedel dane. Li şaredariyê neheqî li min hat kirin. Me ji kar derxistin. Ji bo mafê karkeran niha di greva birçîbûnê de me. Ji ber ku neheqî li me hat kirin. Niha bi zorê diaxivim. Êdî tiştan ji bîr dikim. Lê belê biryardariya min û muqawemeta min dihêle ku li ser piyan bisekinim. Divê karker bê şert û şirût dakevin qadên 1’ê Gulanê. Bi sandalyeya bitekel be jî ez ê biçim 1’ê Gulanê.” 
 
'REWŞA KARKERAN LI HOLÊ YE’ 
 
Seval Gunduz ku tevî Kiliç di çalakiyê de cih digire jî, diyar kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û 1’ê Gulanê ji bo wan ne cejn, roja berxwedanê ye. Gunduz, diyar kir ku ew ê dakevin qadan û dengê xwe ragihînin hemû dijminên karkeran. Gunduz, destnîşan kir ku polîtîkaya îktîdarê ew e ku karkeran û kedkaran bimête û got: “Rewşa karkeran li holê ye.” Gunduz, diyar kir ku di dema îktîdara AKP’ê de cinayetên karî zêde bûne, lê belê tu ferqa şaredariya CHP’î û ya AKP’î ji hev tune ye. Gunduz, diyar kir ku ew li hemberî feraseta ku dijminahiya karkeran dike têdikoşin û got: “Lê belê ji ber li her qadê keda jina tê binpêkirin, divê jin di 1’ê Gulanê de li pêş cih bigirin.” 
 
'EM LI HEMBERÎ NEHEQIYÊ RABIN’ 
 
Yek ji karkera ku di çalakiyê de ye Elîf Sever Eser jî, anî ziman ku ew di 1’ê Gulana îsal de betal in, lê belê ew ê ji bo berxwedanê tev li 1’ê Gulanê bibin. Eser, diyar kir ku ew ê li hemberî neheqiyan rabin ser piyan û ew ê di 1’ê Gulanê de bi awayekî hêzdar daxwazên xwe bi lêv bikin.