Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn

img
EDENE - Walîtiya Edeneyê destûr da meşa Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê ya berê qedexe kiribû.  
 
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Edeneyê, bi boneya Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê xwestibûn ku ji Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan heya Qada Ugur Mumcu ya ji mîtîngê hatî amade kirin meşêkê pêk bînin. Walîtiya Edeneyê bi hinceta “ewlekariyê” destûr nedabû meşê. Li ser vê yekê hevdîtin hatin kirin û di encama hevdîtin hatin kirin de destûr ji bo meşê hat dayîn. Kedkar dê di saet 17.00’an de li Dûryena Kasim Gulek kom bibin û ji vir jî heya qada mîtîngê ya Ugur Mumcu bimeşin.