Tunç ê ji kar hat avêtin: Em 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê

img

KOCAELÎ - Seracettîn Tunç yê ji ber endamê sendîkayê bû, 10 roj berî 1’ê Gulanê ji kar hat avêtin, li ber fabriqeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Tunç, diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de biherikin qadan û got: “Hemû karkerên li Tirkiyeyê divê 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê.” 

Seracettîn Tunç, di sala 2013’an de di Fîrmaya Lojîstîkê ya Ekol a fabrîqeya depoya navçeya Çayirova ya Kocaeliyê dest bi xebatê kir, ji wê demê û vir ve wek kadro dixebitî. Tunç ji ber ku endamê Sendîkaya Depo ya Lîman a Tersan û Karkerên Denîz (DGD-Sen) bû di 21’ê Nîsanê de ji kar hat avêtin. Tunç bavê zarokek 20 rojiye û ji bo paşve vegere ser karê xwe di 24’ê Nîsanê de li ber fabriqeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Tunç di saetên kar ên 5 rojên Hefteyê de çalakiya xwe ya rûniştinê pêk tîne û diyar kir ku dê roja 1’ê Gulanê beşdarî pîrozbahiya Qada Cumhuriyetê ya Gebze bibe. 
 
‘JI BER KU MIN MAFÊ XWE YÊ SENDÎKAYÊ BIKARANÎ EZ NIHA BÊKARIM’
 
Tunç, anî ziman ku 5 salan di fabriqeyê de xebitî û wiha axivî: “Dinava van 5 salan de min ru pirsgirêk nejiyan. Bi hinceta ‘performansa te ketiye’ ez ji kar avêtim. Lê gava min hevdîtin bi jêderka mirovan re kir, ji min re gotin ‘Tu karkeran dawetî civînê dikî.’ Vê yek nîşan da ku ji ber ez sendîkayîme ji kar avêtim. Endamtiya sendîkayê mafekê xwezayî ye. Ji ber min ev maf bi kar anî ez bêkarim. Dinava xebata 5 salan de carekê tenê jî nehatim hişyar kirin. Îro jî keda min a 5 salan didizin. Bi madeyekê ez ji kar avêtim. Mafê min ê kidem, tazmînat û îxbarê yên min di dema kadrotiyê de qezenç kirin, tune hesibandin. Di malê de ez tenê dixebitim. Zarokek min heye. Patronên ez ji kar avêtim, bi pêşeroja zarokê min re lîstin. Ji ber ez li vê derê li ber xwe didim, nikarim nan bibim mala xwe. Kardêr ji bo kidm û tazmineta min ne de serî li gelek rêyan da û çav berda mûçeya min a kêm jî.” 
 
‘MAFÊ MIN DIZÎN’
 
Tunç, da zanîn ku di Fîrmeya Lojîstîkê ya Ekol de, gelek bêmafî tên jiyîn û wiha bilêv kir: “Di şertên normal de mirov 5 rojên hefteyê dixebitin. Roja Şemiyê jî weke mesaî tê hesibandin. Di dawiya heftê de servîs naxebitin û ji me re digotin kar tuneye. Ji ber vê ez rojên Şemiyê nediçûm kar. Dûrê min bihîst ku ji ber rojên Şemiyê nexebitîme, bûme deyndarê firmayê. Rojên Şemiyê weke neçûme kar derbasî girtekan kirine. Ji bo hemû karkeran jî wisan kirin. Lê agahiya me ji vê yekê tunebû. Ji roja min dest bi çalakiyê kir û vir ve rêveberiya fabriqeyê ji bo hevalên min, min nebînin branda danîne aliyê baxçeyê. Patronên evqas ditirin gelo çima ez ji kar avêtim? Kardêr ji bo hirsa pare, ji sendîkayan ditirsin. Ji ber vê karkeran ji min dûr dikin.
 
‘DIVÊ EM QADAN TIJE BIKIN’
 
Tunç, di dawiya axaftina xwe de, bang li hemû kesê kir ku li dijî diziya maf di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û wiha got: “Hemû karkerên li Tirkiyeyê dijîn, divê di 1’ê Gulanê de qadan veguherînin qadên berxwedanê.  Divê hemû karker li dijî OHAL, KHK û diziye qadên pîrozbahiyê tije bikin. Ger hemû karker bibin yek teqez dê qezenc bikin.” 
 
MA / Elîf Çetîner