Ji ber krîzê kes hew li def û zirnê jî dixe

img

MÊRSÎN – Sazbendên li kuçe û kolanan jî bandor ji krîza aborî girtin. Li Mêrsînê sazbendên roman ku def û zirnê xwe datînên qeraxmn rêyan û li benda kar in, gotin: "Êdî tu tahma kar nemaye." 

 
Krîz aborî her diçe kûrtir dibe. Sazbendên li kuçe û kolanan jî ensîbê xwe ji krîza aborî girtin. Li Akdenîz a Mêrsînê, sazbendên roman gotin êdî wek berê nikarin biçin şahiyan. Sazband, her roj diçin Kolana Îstiklalê û li wir def û zirneyên xwe datînin qeraxa rê û li benda kar in. Lê bêyî kar bi destê wan bikeve berê xwe didin malê.
 
‘DEMA BI MIROVAN RE PERE TUNE BE, KARÊ ME JÎ TUNE YE' 
 
Sazbend Yilmaz Taylan ku 35 sal in vî karî dike, anî ziman ku ew diçin karê rojane û bi yewmiyeya xwe dixebitin. Taylan, diyar kir ku herî zêde ew di dawiya hefteyê de dixebitin, lê belê ji ber krîza aborî êdî wek berê nikarin bixebitin. Taylan, got: "Wexta em diçin kar jî 300 lîr eji me re dimîne. Lê îsal rewşa kar qet nebaş e. Berê karê me pir baş bû. Çimkî perê mirovan hebû. Lê niha ji ber bi mirovan re pere tune ye, karê me jî tune ye." 
 
Taylan, anî ziman ku ji ber pereyan qezenc nakin êdî sazbendên baş jî nemane û got: "Êdî zirnevanên berê jî nemane. Kes êdî li zirnê naxe. Binerin her kes li defê dixe. Halbûkî her kes dikare li defê bixe, lê zirne na. Berê perê mirovan hebû, kar jî hebû. Niha ji ber pere tune ye kar jî tune ye." 
 
Yûsûf Nacakçi jî diyar kir ku ew her roj zû tên vira û li benda kar disekinin û got: "Êdî tu tahma kar jî nemaye. Her tişt biha bûye. Jixwe her roj ka rbi destê me nakeve. Mehê an du caran an jî sê caran kar bi dest me dikeve. Mehê ancax hezar lîre bi dest me dikeve. Em ji bo heqê nanê xwe li vira disekinin. 10 sal berê karê me baş bû. Niha em bi 100-200 lîreyî diçin dawetan. Yanî ji ber krîzê pere bi mirovan re nema. Ê me jî karê me nabe." 
 
MA / Ergin Çaglar