‘Berjwendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan dikin'

img
AMED - Serokê Şaxa ZMO ya AMedê Samet Ûcaman, bilêv kir ku wê "Projeya Yekîtiya Netewî ya Çandiniyê" ji çareseriyê wêdetir rê li ber pirsgirêkên nû vebike û got: "Bi vê projeyê berjewendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan tê kirin." 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ûcaman, wê aqûbeta "Projeya Yekîtiya Netewî ya Çandiniyê" ya Wezareta Çandinî û Daristana bibe wekî aqûbeta "Projeya Çandiniya Netewî". Ûcaman, destnîşan kir ku ev proje ji dêvla çareserkirinê dê rê li ber pirsgirêkên nû vebike. 
 
PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN HILBERÎN E 
 
Ûcaman, destnîşan kir ku ev proje ne ji bo hilberînê ye û got: "Pirsgirêkên salên dawî ji ber hilberînê ye. Ev proje têkçûyîna çandniyê ye. Di vê projeyê de hilberîn hatiye paşgihkirin. Bi vê projeyê Wezareta Çandinî û Daristana, li herêmê bûye destekkarê sektora taybet û wekî holdîngê tev digere." 
 
WÊ ÎTHALAT ZÊDE BIBE 
 
Ûcaman, anî ziman ku wê di qada çandiniyê de îthalat zêde bibe. Ûcaman, diyar kir ku her wiha armnaceke vê projeyê jî ew e ku cenawerî bi temamî ji sektora çandiniyê vekişe. Ûcaman, destnîşan kir ku tu eleqeya vê bi "netewîbûyînê" re tune ye û KÎT'ên dê daxilî nav projeyê bên kirin tu eleqeya wan bi xwecihbûyînê û netewbûyînê re tune ye û derî komên sermayeyê yên netewbûyînê ye. 
 
‘BERJEWENDIYA CEMAWERIYÊ TÊ DEWRKIRIN' 
 
Ûcaman, anî ziman ku projeya navbirî rêxistinbûyîna pesarî ji holê radike û got: "Ji dêvla hilberîna çandiniyê û çareserkirina pirsgirêkên çolterî, erkên cemaweriyê yên ji bo kontrolkirin û destekkirinê ji holê radike. Li gor rêgeza hêz û fêdeya ji bo cemaweriyê, divê hevkarên wê dewrî kooperatîfên ji bo parastian berjewendiyên aboriyî hatine avakirin neyên kirin. Projeya Yekîtiya Netewî ya Çandiniyê, wekî gelek xebatên berê bêyî serî li fikr û raman hêlên eleqedar û derdorên zanyarî bê dayîn û bêyî di raya giştî de bê nîqaşkirin hatiye çêkirin. Diyar e ku proje derî wezaretê bi şîrketa şêwirmendiyê hatiye amadekirin." 
 
‘DEV JI VÊ PROJEYÊ BERDIN' 
 
Ûcamanî got: "Divê rêveberiya cemaweriyî ya çandiniyê li gorî divêtiyên welat bên sererastkirin, divê avaniya çandniyî û avdaniyê demildest bê qedandin. Divê rê li ber koçberiya gundiyan a ber bi bajaran ve bê girtin. Ji bo parastona berjewendiyên hilberîneran rêxistinbûyîna kooperatîfan pêk bê, astengiyên li ber xebatên berdar û çalak bên rakirin. Lê ji bo vê jî divê hemû hilberîner di bin banê kooperatîfekê de bên birêxistinkirin û divê terkî însafa hldîngegek ku tenê ji bo karê tev digere neyên kirin. Ji bo zêdekirina hilberînê, ji bo ewlehiya zexîreyan û ji bo çareserkirina herêma çolterî divê gavin bên avtin." Ûcaman, anî ziman ku divê dev ji vê projeyê bê berdan. 
 
MA / Lezgin Akdeniz