Ji ber krîzê wesayîtên xwe difiroşin

img

MÊRSÎN – Welatiyên ji ber krîza aborî wesayîtên xwe anîn bazarê, gotin: "Bazar qelebalix e, lê kes nakire. Dipirsin lê nakirin. Em ê wesayîtên xwe bifiroşin û pê lazmatiyên ji bo malê bikirin." 

 
Li Mêrsînê di dawiya her hefteyê de bi hezaran welatî wesayîtên xwe tînin Bazara Kirîn-Firotinê ya Wesayîtan. Di vê krîza aborî de ji ber welatî niakarin debara xwe bikin wesayîtên xwe difiroşin. 
 
‘REWŞA PIYASEYÊ PIR XIRAB E' 
 
Xwediyê Gen Oto'yê Mûstafa Ekîz, bilêv kir ku faîzên wesayîtan zêde bûne û ji ber zêdebûna bacê kes xweşikî ne dikare wesayîtna bikire ne jî bifiroşe. Ekîz, got: "Berê mirov ji bo wesayîtan bikirin kredî dikişandin lê niha kredî jî ir zêde bûne û ji ber vê kes wesayîtan nakire. 4 sal berê me mehê 10 wesayît difirotin lê niha herî zêde em sê wesayîtan difiroşin. Yanî piyase pir xirab e. Fiyetê wesayîtan pir biha ye. Bazar tije ye lê kes nakire.  Niha li bazarê 4 wesayîtên min hene. Her hefte van wesayîtan tînim lê nayên firotin." 
 
‘DIPIRSIN LÊ NAKIRIN' 
 
Ozcan Tokgoz ku hefteyek e wesayîta xwe tîne bazarê, bilêv kir ku wî wesayîta xwe 3 sal berê kiriye lê niha ji ber nikare debara xwe bike û ji ber deynan difiroşe. Tokgoz, got: "Êdî em hew îdare dikin. Bi meaşê kêmtirîn dixebitîm, lê ji ber krîzê êdî nikarim debara xwe bikim. Bawer bikin nikarim heqê zexîreyan jî bidim. Ez ê wesayîta xwe bifiroşim û pê lazmatiyên malê bikirim. Bazar qelebalix e lê kes nakire. Dipirsin, lê nakirin." 
 
Bayram Ozmen jî anî ziman ku êdî ji ber deynan mecbûr maye wesayîta xwe bifiroşe û got: "Bi hefteyan e têm bazarê, lê tiştek tune ye. Bi mirovan re pere nemane. Ji ber vê nikarim bifiroşim. Êdî mirov nikarin nanekî jî bibin mala xwe. Ji ber vê wesayîtên xwe difiroşin." 
 
MA / Ergin Çağlar