Sewalvan ji niha ve ketine etra Cejna Qurbanê!

img
MÊRSÎN - Sewalvanan, diyar kirin ku bihabûna fiyetên êm tesîrê li firotina heywanan jî dike û ji niha ve ketine etra Cejna Qurbanê. 
 
Sewalvanên ku sala par heywanên xwe nefirotin anîn bazaran. Sewalvan ji bo Cejna Qurbanê ji niha ve hatine bazara heywana ya li Akdenîz a Mêrsînê. Fîkret Aydemîr ku 25 sal in sewalvaniyê dike, bilêv kir ku ji ber bihabûna fiyetên êman, fiyetên heywanan jîb iha bûye. Aydemîr, bilêv kir ku di Cejna Qurbanê de ji 220 heywanî tenê 120 jê firotine, lê belê îsal jî pir ne bihêvî ne. Aydemîr, destnîşan kir ku ji ber heywanên wan di det wan de mane û saleke wan xwedî dikin xisirîne. 
 
Aydemîr, anî ziman ku di demên dawî de ji ber bihabûna fiyetên êman, rewşa wan xirab bûye û got: "Heywan çi qas rzan be, em jî ew qasî heywanan dikirin û difiroşin. Lê belê ji ber bihabûna êman û ji ber îthalkirina heywanan fiyetên heywanan biha bû. Ji ber vê em jî nikarin heywanên xw ebifiroşin. Pere bi mirov re nemane ku heywanan bikirin. li vî welatî sewalvanî miriye." 
 
'LI GUNDAN JÎ SEWALVANÎ QEDIYAYE' 
 
Sewalvan Alî Kay jî, diyar kir ku par wan mehm 50 heywan difirot lê îsal ji ber krîzê ew 10 heban difiroşin. Kaya, destnîşan kir ku pereyê mirovan tune ye ku heywanan bikire û par 200 heywan ji bo qurbanê anîne bazarê lê belê tenê 100 jê firotine. Kaya, bilêv kir ku sewalvanî li ber qedandinê ye ûg ot: "Li bajarê me Mêrdînê, berê tenê li gundê me 12 hezar heywan hebûn. Lê niha kes heywanan xwedî nake. Êdî mirov sewalvaniyê nakin çimkî xwedî dike lê nikare bifiroşe."