'Ji bo hilberîna xwecihî divê teşvîq bên zêdekirin'

img

AMED - Erkdarê Hindekariyê yê Beşa Zooteknîkê yê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Mûhîttîn Tûtkûn diyar kir ku kirîna ji derveyî welat a sewalan ji 1.6 milyar dolarî derbas kiriye û ev tişt got: "Çareserî ne di kirîna ji derveyî welat a sewalan de ye. Divê ji bo hilberîna xwecihî teşvîq bên zêdekirin." 

Kirîna ji derveyî welat a sewalan ku ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê ve ji bo pêşîlêgirtin zêdebûna bihayê goşt û sewalan tê kirin, dibe sedema daketina hilberandina xwecihî. Ji ber piştgiriya ku di bin navê teşvîqê de tê kirin hindik û çarçoveya wê teng e, girêdabûna derveyî welat a hilberandina sewalan her ku diçe zêde dibe. 
 
Di sala 2018'an hejmara sewalên gir gihîşt 17 milyon û 221 hezarî. Hejmara çilêkan 17 milyon 43 hezar û hejmara gamêşan jî 178 hezar û 397 heb in. Hejmara pez wek 46 milyon û 117 hezar hatiye qeydkirin. Ji van 35 milyon û 195 hezar mî ne û 10 milyon û 922 hezar jî bizin in. Kirinê goşt û sewalan a ji derveyî welat jî ji sedî 130 zêde bûye û weke milyonek û 457 hezar pêk hatiye. Di sala 2018'an de 1.6 milyar dolar dovîz ji bo kirîna ji derveyî welat a sewalan hatiye razandin.
 
'HEVSENGIYA BAZARAN XERA BÛ'
 
Erkdarê Hindekariyê yê Beşa Zooteknîkê yê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Mûhîttîn Tûtkûn diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşa hilberînerên şîr û xweykerên dermaleyan nexweş e û wiha got: "Ji sala 2010'an ve heta niha di encama talîmatên ku ji bo pêşerojê hatine dayîn de hevsengiya bazara hundirê welat xera bûye. Ev xerabûna hevsengiyê li dijî hilberîner pêk hatiye. Ez li dijî kirîna ji derveyî welat im. Heke ji neçarî kirîna ji derveyî welat were kirin jî divê ev li ser tovê mê bê kirin." Tûtkûn destnîşan kir ku kirîna ji derveyî welat a sewalê mê û nêr her çaqas ji bo demekê hêsaniyê çibike jî dema ku bibe daîmî dê ji bo hilberînerên şîr û xweykerên dermaleyan bibe sedema windabûnê. 
 
'MIROV SEWALÊN XWE DIFIROŞIN'
 
Tûtkûn anî ziman ku li gorî 10 sal berê kesên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin xwe bi paşve kişandine û ji ber ku kareke zêde têde nemaye sewalên xwe firotine û ev tişt got: "Divê piştgiriya ku ji bo hilberîner tê dayîn divê bê zêdekirin. Heke ev bê kirin dê hem pêşî li windabûnê bê girtin û hem jî hilberîneri li berbelav bibe. Di mijara êm de ji bo hilberîner divê hêsanî bên kirin. Hilberîner mexdûr in. Beriya 3-4 salan para xweykerên dermaleyan di berhama ku di hilberand de ji sedî 64 bû niha ev rêje daketiye ji sedî 36'an. Ferqa di navberê de ji navbeynkara re diçe. Ev rewş ji bo berhemên çandiniyê yên din jî derbasdar e."
 
'DIVÊ HLBERÎNERIYA XWECIHÎ BÊ TEŞVÎQKIRIN'
 
Tûtkûn got ku ji niha şûnde gavên ku bên avêtin divê ne li ser kirîna ji derve be, li ser destekkirina ji bo zêdekirina hilberîneriya xwecihî be û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: "Belavkirina tovê mê ya li gorî şertên herêman dê bibe sedema zêdebûneke micid a hejmara sewalan. Divê mijarê de gelek tiştên ku Wezareta Daristan û Çandiniyê bike jî hene. Destpêkê divê cotkaran bi rêxistin bike û kooperatîfên nû ava bike."