Karkerên ji bo piştevaniyê bang kirin

img

AYDIN - Karkerên SÎBAŞ'ê ku ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, 188 roj in têdikoşin. Dê doza karkeran a ji bo vegera ser kar di 5'ê Tîrmehê de pêk bê û karkeran ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir. 

Li navçeya Soke ya Aydinê 81 karkerên SÎBAŞ Gidayê ji ber endamên Sendîkaya Zexîre û Karên Alîkar a Tirkiyeyê (Tek-Gida-Îş) bûn ji kar hatibûn avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin ji bo vegerin ser karên xwe 188 roj in li ber fabrîkayê têdikoşin. Karker, ji bo vegerin ser karê xwe doz vekiribûn û wê danişîna 8'an a karkeran di 5'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 1'ê y Sokeyê pêk bê. 
 
Meral Yildiz ku 9 salan di SÎBAŞ'm de xebitî, bilêv kir ku ji bo li dijî şert û mercên xirab ên kar bitêkoşin bûne endamên sendîkayê û ji ber vê ji kar htine avêtin. Yildiz, got: "188 roj in li ber fabrîkayê di konê berxwedanê de em ji bo karê xwe, nan û keda xwe li ber xwe didin." Yildiz, destnîşan kir ku di serdemeke ku krîza aborî kûr bûye de ji kar hatine avêtin û got: "Du zarokên min hene, her du jî dixwînin. Em nikarin pêdiviyên wan pêk bînin. Navçey me navçeyeke biçûk e. Her kes hevdu nas dike. Fabrîka hemû nêzî hev in û ji ber tevkariya wan heye patronên fabrîkayên din jî em nagirin. Ji ber vê rewşa me giran bûye. Em karê xwe dixwazin û heta em bi ser bikevin em ê bitêkoşin." 
 
Mehmet Uzel, diyar kir ku di Nîsana 2016'an de li SÎBAŞ'ê dest bi kar kiriye lê belê di meha Kanûnê ya par de ji kar hatiye avêtin. Ûzel, anî ziman ku ji roja ewil de di çalakiyê de cih girtiye. Ûzel, diyar kir ku hincet ne makînebûyîn e hincet ji ber em endamên sendîkayê bûn û heta ew mafên xwe bi dest nexin ew ê li ber xwe bidin. 
 
‘NE TAZMÎNAT EM DIXWAZIN BIXEBITIN' 
 
Halîme Ûlûtaş, anî ziman ku ji ber şert û mercên xirab ên xebatê bûne endamên sendîkayê lê belê piştî bûne endmên sendîkayê ji kar hatine avêtin. Ûlûtaş, bilêv kir ku di 5'ê Tîrmehê de danişîan doza wan heye û ew hêvî dikin ku bi başî bi dawî bibe û got: "Eger patronê SÎBAŞ'ê îtiraz bike û bêje ez ê tazmînatê bidim jî, em ê ji bo vegerin ser karê xwe bitêkoşin. Em dixwazin bi awayekî mirovane bixebitin." 
 
'BÊYÎ TÊKOŞÎNÊ KES MAFÊ ME NADE' 
 
Ûlûtaş, got: "Helbet betalî û berxwedan tesîr li jiyana me kir. 188 roj in em her sibeh radibin, dev ji mal û malbata xwe berdidin û berê xwe didin konê. Zehmet e, lê destekeftiya me ya mezin ev e ku em hoyî têkoşîna bi hev re bûn. Tenê ji ber me doza xebateke di şert û emrcên baş de kir em hatin avêtin. Lê em hoyî yekîtî, piştevanî û berxwedanê bûn. Bêyî têkoşînê kes mafê we esas nagire." 
 
Ûlûtaş, ji bo danişîna doza wan bang li her kesî kir. 
 
MA / Sevda Aydin