Petrol-Îş: Em ê bi têkoşînê mafên xwe yên hatine xespkirin bi dest bixin

img

ÊLIH - Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê Şehmûs Kaygûsûz, diyar kir ku biryara Desteya Hakemî ya Bilind ya ji bo TUPRAŞ'ê di leha kardêran de girtiye mafên wan xesp kiriye û got: "Em ê bi têkoşînê li ber xwe bidin û mafên xwe bi dest bixin." 

 
Li TUPRAŞ'ê, Sendîkaya Kardêrên Pîşesaziya Petrol Lastîk û Plastîkê ya Tirkiyeyê û Sendîkaya Petrol-Îşê li hev civiyabûn. Piştî pêvajoya Peymana Kar a Giştî (TÎS) bi lihevnekirinekê bi dawî bû, Desteya Hakemî ya Bilind (YHK) di 1'ê Tîrmehê de biryar da. Hevdîtinên di vî warî de ji 18'ê Çileyê dest pê kirin û bi giştî 16 caran hevdîtin pêk hatin. Di van hevdîtinan de ji 800 xalî ji bo 70 xalî lihevkirine çêbû. Lê belê YHK'ê di leha kardêran de biryar da. Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê Şehmûs Kaygûsûz, bilêv kir ku di têkoşîna 40 salan a karkeran de YKH li hêla kardêran rûniştiye, lê belê ji bo mafên xwe bi dest bixin wê têkoşîan wan dewam bike. 
 
'MAFÊN ME HATIN XESPKIRIN' 
 
Kaygûsûz, diyar kir ku di 6 mehan de ji xeynî muzakereyên TÎS'ê ew têdikoşuna û endamên Petrol-Îşê yên çil sakî bi tecrûbeyên xwe yên têkoşîniyî tev geriyane. Kaygûsûz, got: "Tam 6 mehan xwestin mafên me ji dest me bistînin, lê me li ber xwe da. Heta kêliya dawî jî em têdikoşiyan, lê belê bi destê YHK'ê mafên me hatin xespkirin." 
 
Kaygûsûz, destnîşan kir ku li dijî vê xespkirinê ew ê dîsa bitêkoşin û got: "Destkeftiyên me hatin xespkirin. Lê em ê rûnenên. Çawa duh me li ber xwe dida em ê sibê jî li ber xwe bidin." Kaygûsûz, destnîşan kir ku kesên mafên wan xespkirine û ew bê aram kirine ew ê bi rihetî nikaribin li ser qoltixên xwe rûnên û got: "Em baş dizanin YHK çawa hatiye avakirin. Diviya bêalî bûna lê li hêla sermayeyê cih girt." 
 
‘EM Ê MAFÊN XWE BI DEST BIXIN' 
 
Kaygûsûz, diyar kir ku pêvajoyeke ku dê sê salan dewam bike dest pê kiriye û got: "Em pir zelal in. Em ê bi têkoşînê li ber xwe bidin û mafên xwe bi dest bixin. Li dijî qedexeyê jî me li ber xwe da, em etslîm nebûn, ev serketina çîna karkeran e."