SES’ê bertek nîşanî rektoriya Yuzuncu Yilê da

img

WAN – Şaxa SES’ê ya Wanê ji bo endamê xwe Gursel Yamaç ê ji nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hat îxrackirin daxuyanî da û got kesên îmzeya wan di bin biryarê de heye dê hesab bidin darazê. 

 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Wanê ji bo endamê xwe Gursel Yamaç ê bi biryara Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji karê hat îxrackirin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya SES’ê pêk hat û Hevserokê Şaxa SES’ê Sezer Orenç metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku AKP bi qanûnên li dijî demokrasiyê yên KHK’iyên OHAL’ê hebûna xwe diparêze û AKP tola têkçûna hilbijartina Stenbolê bêyî hêcet nîşan bide ji kedkarên kurd hiltîne. 
 
‘REKTOR XWE BI SER HIQÛQÊ RE DIBÎNE’ 
 
Orenç bi bîr xist ku rêveberê sendîkaya wan Gursel Yamaç roja duşemê bi biryara rektoriya zanîngehê ji kar hatiye derxistin û ji ber parvekirinek medya civakî ya 5 sal berê ji CÎMERÊ re gilî dikin û derbarê wî de lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin. Orenç got li gel biryara dadgehê ku ji bo Yamaç erênî daye jî rektoriyê xwe bi ser hiqûqê re dîtiye û îmze avêtiye bin vê pêkanînê. Orenç anî ziman ku yên îmzeya wan di bin biryara îxrackirina Yamaç de heye dê li pêşberî darazê hesab bidin. Orenç da zanîn ku rektor dubendiyê di navbera xebatkaran dike û cudahiyê dixe navbera wan.