Karkerê înşatê bû qurbanê kar

img

KOCAELÎ - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî diyar kir ku karkerê înşaetê Erdogan Aydin ê 42 salî dema karê înşaedê dikir konteynir bi ser wî de ket û jiyana xwe ji dest da. 

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî diyar kir ku karkerê înşaetê Erdogan Aydin ê 42 salî li Navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê dema karê înşaeta malên prefabrik dikir, konteyner bi ser wî de ket û jiyana xwe ji dest da. Meclîsa ÎSÎG'ê rapora meha Hezîranê jî aşkere kiribû û diyar kiribû ku di heziranê de herî kêm 124 karkeran di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎGM'ê destnişan kiribû ku di 6 mehên dawî de herî kêm 840 karkerên îşşaetê bûn qurbanên kar.