KESK’ê ji bo rojekê dest ji kar berda

img
NAVENDA NÛÇEYAN – KESK’ê li dijî ku TÎS ji desteya hakem re hatiye berdan li tevahiya Tirkiyeyê çalakiya dest ji kar berdanê pêk anî. 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li dijî Girêbesta Komkarî (TÎS) ya serdema 5’emîn kul i Tirkiyeyê 3 milyon kedkarên cemaweriyê û 2 milyon kesên ji cemaweriyê teqewît bûne eleqedar dike û ji desteya hakem re hatiye berdan li tevahiya Tirkiyeyê çalakiya dest ji kar berdanê pêk anî. KESK’ê bi şîara “Jiyanek bi mirovatî, karê bi ewle, ji bo siberoja ewle em bang dikin ku rayedariyê ji xwediyê wê re berdin” daxwaza xwe anî ziman. Endamên KESK’ê yên li saziyên cemaweriyê dixebitin neçûn kar. 
 
AMED 
 
Endamên KESK’ê li Amedê li ber avahiya Defterdarî çalakî li dar xistin û daxwazên xwe anîn ziman. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û nûnerên sendîkayên KESK’ê beşdar bûn û daxuyanî dan. Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk axivî û diyar kir ku desteya hakem ne bêalî ye û bi alî tevger dike. Bozgeyîk got her ku diçe krîzên li Tirkiyeyê di her warî de kûrttir dibin. Bozgeyîk anî ziman ku butçeya Tirkiyeyê ji şer re tê veqetandin û li ser şer diçe. 
 
Sendîkayên girêdayî KESK’ê li Enqere, Stenbol, Edene, Dersim û gelek bajarên din bi heman armancê daxuyanî dan û çalakî li dar xistin.