Li Deşta Pirsûsê cotkarî nema

img

RIHA – Cotkarên Deşta Pirsûsê, îsal di pembo de xisirîn. Cotkaran, diyar kir ku TEDAŞ û DSÎ'yê dest daniye ser tahsisata destekê ya çandniyê. Cotkaran, got sala bê ew ê pembo neçînin. 

Îsal cotkarên Pirsûsê di pembo de xisirîn. Cotkar Alî Altin ku 25 salan cotmkariyê dike, anî ziman ku îsal li gundê Xerzilê 100 donim pembo çandiye, lê belê îsal maliyet zêde bûye, fiyetê pembo kêm bûye. Altin, anî ziman ku ger îsal pembo di biniya 4 lîreyan de be, ew ê bixisirin û got: "Serê donimê hezar û 200 lîre mesref çû. Lê ger tu îcare bikî serê donim li te dibe hear û 700 lîre. Me bihîstiye wê kîloya pembo 3 lîre û 20 qurîş be. Eger wisa be em ê bixisirin." Altin, destnîşan kir ku eger wisa be sala bê ew ê pembo neçînin û got: "Li Deşta Pirsûsê cotkarî nema." 
 
DEST DANÎN SER DESTEKA WAN 
 
Cotkar Haci Altin jî, bilêv kir ku 35 sal in cotkariyê dike lê belê 4 sal in rewşa wan qet nebaş e. Altin, bilêv kir ku TEDAŞ'ê dest daniye ser desteka wan û got, 70 ji sedî yê desteka wan ji ber deynê ceryanê nedane wan û got: "Îsal perê destekê negihaşt me. Hemû blok kirin, paşê xistin ber deynê ceryanê. Her wiha DSÎ'yê jî dest danî ser desteka ji bo avê." 
 
Altin, anî ziman ku 80 donim pembo çandiye, lê belê derman pir biha bûne û got: "Mesela, dermanê ku gûzikan vedike par bi 200 lîreyî bû, îsal bûye 400 lîre. Dermanê pelan diweşîne jî bi 60 lîreyî bû, lê îsal bûye 130 lîre. Giş du qat zêde bûne."