Ji Berçelanê ber bi Botanê ve rêwîtiya koçeran dest pê kir

img

COLEMÊRG - Koçerên ku di biharê de berê xwe dabûn Zozanê Berçelanê yê Colemêrgê, piştî hewa sar bû niha hêdî hêdî berê xwe didin Botanê. Ev rêwîtiya zor û zehmet a koçeran 40 rojî didome. 

Koçerên di biharê de ji Botanê berê xwe dabûn Zozana Berçelanê ya Colemêrgê, niha haziriya vegerê dikin. Koçerên ku 4 sal in bi destûra walîtiyê diçin Zozana Berçelanê bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Koçeran bilêv kir ku ji bo çûyîn û vegerê tev de ew destûra hatiye dayîn bi meqamên leşkerî didin îmze kirin û gotin, ev pêkanînan îşkence bi xwe ye.
 
ZOR Û ZEHMTIYÊN LI ZOZANAN
 
Rêwîtiya koçerên ku heywanên xwe ji Qileban û Bêşebabê tînin 40 rojî didome. Koçerên di meha Nîsanê de dest bi rêwîtiya xwe dikin, bi deh hezaran pezên xwe tînin Zoma Hecî Şefîq, Zoma Berçelî, Zoma Zawîteya, Gola Daholan. Abdulkerîm Yildiz ku li zozanan şivantiyê dike, bilêv kir ku ew tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin û got: "Em ji Sêrtê hatine vira. Bi rastî jî şivantiya li van deran pir zehmet e. Ji ber Berçelan bilind e, em di havînê de jî dicemidin. Her wiha devereke mezin î ku em heywanên xwe lê biçêrînin jî tune ye. Li deverên çêreya wan kêm be sewalvanî zehmtir e. Ji xeynî vî karî karekî em bikin tuneye. Loma em şivantiyê dikin. Du sal in ez zewicîme û ez ji bavê xwe cihê bûme. Min hevjîna xwe li bajêr hiştiye û hatime vira." 
 
Yildiz, bal kişand ser zor û zehmtiyên rêwîtiyê jî û got: "Em di serê Nîsanê de ji Cizîrê ketin rê. Em di ser herêma Bestayê re hatin Zozan Feraşînê û ji vir jî di ser Herêma Lêwinê re hatin Zozana Berçelanê. Rêwîtiya me 40 rojî didome. Em di rê de bi zor û zehmtiyan re rû bi rû dimînin. Em di orta Gulanêde tên vira. Em 3-5 mehan dimînin û piştî hewa sar dibe em careke din berê xwe didin Cizîrê. Gava em tên vira em zozana kirê dikin. Gava em vedigerin jî em heta biharê li cihekî din zozana kirê dikin." 
 
XWEDÎKIRINA HEYWANAN NE WEKÎ BERÊ YE 
 
Basrî Yildiz ku tevî 5 xwişk û birayê xwe û biraziyekî xwe hatiye Zozana Berçelanê, diyar kir ku niha li herêmê 6 col pezên wan hene û ev jî dike 2 hezar pez. Yildiz, got: "Em di biharê de tên vira. Bi salan e em bi malbatî vî karî dikin. Hema bêje jiyaneke me yî bicihbûyî tune ye. Havînê em li zozana, zivistanê jî em diçin herêma Cizîrê. Êdî xwedîkirina heywanan jî zehmet bûye. Maliyeta mihekê ya ji bo salekê 700-800 lîre ye. Ji ber vê em nikarin xweşikî debara xwe jî bikin." Her wiha Yildiz, bal kişand ser qedexekirina zozanan jî û got, ew dixwazin ev qedexe rabin an jê ew ê nikaribin sewalvaniyê bikin. 
 
Şefîk Gezer ê ku li navenda Colemêrgê qesabiyê dike, destûrê ji walîtiyê digire û havînan li Berçelanê li zozanan digere û mihan dikire. Gezer, diyar kir ku fiyetê heywanan pir biha bûye û got: "Li navenda Colemêrgê êdî goşt bi destê mirovan nakeve. Goştê erzan tune ye. Her sal em diçin zozanan. Em li zozanan digrin da em bi erzanî heywanan bikirin. Ji ber heywan jî kêm in fiyet biha ye. Ji bo ev pirsgirêk hel bibin divçê dewlet destekê bide sewalvanan." 
 
MA / Hamza Gunduz