Polîsan bi ser Sendîkaya DEV-TESKTÎL’ê de girt: 21 kes binçavkirin

img

STENBOL – Polîsan li Çorlu, Tekîrdag û Çerkezkoyê bi ser şaxên Sendîkaya DEV-TESKSTÎL’ê de girtin û rêveberên sendîkayê jî di nav de 21 kes binçav kirin. 

 
Polîsan bi ser şaxên Sendîkayên Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (DEV-TEKSTÎL) ên Tekîrdag, Çorlu û Çerkezkoyê de girtin. Polîsên TEM’ê operasyon li dar xistin û û li avahiyên şaxan û malên rêveberan lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtinan de gelek kompûter û kelûpelên sendîkayên hatin destserkirin. Piştî lêgerînan rêveberên sendîkayê jî di nav de 21 kes hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku binçavkirina birine miduriyetên polîsan û sedemê binçavkirinê nehat bidestxistin.