Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin

img

EDENE - Li Edeneyê welatiyên teqawîdbûyî diyar kirin ku ew di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û doza meaş û jiyaneke mirovane kirin. 

Hevdîtinên Budçeya 2018'an li Meclîsê didomin. Lê belê AKP derpêş dike ku ew ê di meha Çileyê de ji sedî 3.36 û di meha Tîrmehê de jî ji sedî 4.02 meaşê teqawidên SSK û Bag-Kûr'ê zem bike. Welatiyên teqawid bertek nîşanî vê rêjeya zemê dan û doza meaşekî mirovane kirin. 
 
Nûnerê Herêmê yê Sendîkaya Piştevaniya Teqawidan (EDS) Recaî Seyhan, anî ziman ku ji bo mafên teqawidbûyînê ew xwe birêxistin dikin. Seyhan got ku teqawid di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û xwest di budçeyê de parek ji bo teqawidan jî bê dayîn. Seyhan got ku ew doza jiyaneke mirovane dikin û wiha got: "Em kesên teqawid bi zor û heft bela debara xwe dikin. Em nikarin heqê kirê jî bidin. Her tişt tê zemkirin, lê belê zema ji bo me pir hindik e. Bi karekî pêvekî ancax em debara xwe dikin." 
 
Saîm Kozê teqawîd kesên teqawîd wek "deyndar" pênase kir û wiha got: "Piraniya kesên teqawîd deyndar in. Teqawidên heqê krediyê nikarin bidin niha îcra hatiye ser hemûyan. Kesên teqawîd ji ber meaşê wan têrî wan nake, krediyê dikişînin. Niha her kes deyndar e." Koz got ku kesên bi meaşê kêmtirîn teqawid bûne, meaşê wan ê teqawidiyê hezar û 100 lîre ye û ev tişt gotin: "Kesên teqawid meaşekî pir kêm distînin. Divê ev meaş bên başkirin. Ev meaş ji meaşê kêmtirîn jî kêmtir e. Wê ev mirov çawa debara xwe bikin." Koz dest nîşan kir ku ew meaşekî ku di biniya sînorê birçîbûnê de ye distînin û wiha got: "Ev nayê qebûlkirin. Em meaş û jiyaneke mirovane dixwazin."