Esnaf: Ev mezinbûneke çawa ye, her diçe rewşa me xerabtir dibe

img

MÊRSÎN – Esnafên Mêrsînê bertek nîşanî daneyên TUÎK'ê yên ku wekî rêjeya mezinbûnê 11,1'ê dan û aşkera kirin ku madem mezinbûniyek heye ew çima nabînin. Esnaf Ozgur Kiliç diyar kir ku ew esnafekî piçûk e, karên wan roj bi roj dikeve û wiha got: "Dema ez di rewşeke wiha de bim, li gorî rewşa xwe diaxivim. Ev mezinbûneke çawa ye."

 
Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), aşkera kir ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Cotmehê de aboriya welat ji sedî 11,1 mezin bûye û Tirkiyeyê Hîndistan û Çînê li pey xwe hiştiye. Esnafên Mêrsînê diyar kirin ku mezinbûna ku hatiye aşkerekiririn di tebeqeyên jêr de xwe nade der û berovajî vê aborî piçûk bûye.
 
‘MEZINBÛNEKE ÇAWA HEYE?’
 
Ozgur Kiliç ê li Mêrsînê esnaf e, aşkera kir ku mezinbûna ku hatiye aşkerakirin rastiyê nade der û wiha got: "Ez esnafekî piçûk im, her roj karê me dikeve. Qasî sal û nîvekî ye em di vê rewşê de ne. Di vê pêvajoyê de min 2 caran xwest ez kargeha xwe bigirim. Di destê me de tu tişt tune ye. Heke rewşa me ev be, li gorî xwe dibêjim, nexwe ev mezinbûneke çawa ye?" 
 
'WELATÎ TENÊ BUHAYAN DIPIRSIN'
 
Kiliç destnîşan kir ku li ser welatiyan pere tune ye, tenê di nava deynan de mane û wiha got: "Welatî nikarin bikirin. Ji ber ku kar tune her kes deyndar e. Hemû esnafên hevalên me di vê rewşê de ne. Pereyê gel tune ye. Ji ber wê em kar nakin." Kiliç aşkera kir ku buhayê berên ku ew distînin zêde ye û wiha got: "Buhabûn bandorê li firotinê dike. Hin kirîger tên û tenê buhayên wan dipirsin û diçin. Firotina me ji sedî 50 ketiye."
 
'DI ABORIYÊ DE TU PÊŞKETIN TUNE YE'
 
Hakan Çolakoglu jî esnaf e û da zanîn ku di karê wan de tu mezinbûn tune ye û wiha domand: "Hejmara kirîgeran zêde nabe. Em wekî esnafên çarşiyê her dem li paş dimînin. Ji ber zêdebûna Dolar buhayê beran jî zêde bûye. Bi ser de welatî jî dema nikaribin bikirin, rewş bêhtir xirab dibe. Roja ku daneyên butçeyê hatiye aşkerakirin, heta niha, min di mezinbûna aboriyê de pêşketinek nedîtiye."
 
Çolakoglu diyar kir ku ji sedî 11 mezinbûna ku hatiye aşkerakirin, di bêrîka gel de nayê dîtin û domand: "Şikir ku em hêj nan dibin mala xwe û pirsgirêkek mezin derneketiye. Em xerckirinek zêde nakin. Her tişt zem xwariye. Li gorî min niha ji zêdebûna butçeyê wêdetir, li welat krîzeke ku nayê dîtin heye."
 
'ESNAFÊ PIÇÛK TÊK ÇÛ'
 
Ji esnafan Saaddîn Durmaz jî derbirî ku esnafên biçûk têk çûe, gelek esnafên ku ew nas dike, li ber xwe nadin û di vê der barê de ev tişt got: "Her tişt buha bû û welatî êdî nayên çarşiya me. Ji sedî 90'ê mirovan deyndarê bankayan e. Derfetên wan ên kirînê tune ye. Yanî esnafên piçûk têk çû."