Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin

img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê her ku dem derbas dibe bêtir zarok bi awayekî dijfermî di atolyeyên tekstîlê de kar dikin. Zarokên dijfermi kar dikin 12 saetên dixebitin û tenê 30 TL heqdest distînin. Zaroka 14 salî bal kişand ser xizaniya malbata xwe û diyar kir ku bi mezinan re heman karî dike, lê heqê kêm distîne. 

Li Mêrsînê, di atolyeyên tekstîlê yên ne fermîde, zarokên di navbara temenê 12 û 18 salî de bi awayekê ne fermî tên xebitandin û divan atolyeyan de gelek zarok hene. Zarok li vir herî kêm 12 saetan kar dikin û hemû karî dikin. Bi taybetî atolyeyên li Taxên Yenî Hal û Guneş ên li navçeya Akdenîzê zêde bûne de, bi giştî zarok di karên ‘şopa piyan’ paqijkirinên ta, hatin û çûyînê de tên xebitandin.    
 
‘MIN JÎ DIXWEST BILÎZIM, LÊ NEÇARIM BIXEBITIM’
 
Zarokan, diyar kir ku di saetên sibê de dest bi kar dikin, herî kêm 12 saetan tên xebitandin û ji ber xizaniyê necarin ku bixebitin. Yek ji zarokên tên xebitandin ku nexwest navê xwe bide, anî ziman ku ew 12 saetan dixebite û wiha axivî: “Rojê 12 saetan dixebitim, lê 30 TL didin min. Bi mezinan re em heman karî dikin, lê heqdestek kêm didin me. Ji ber ku malbata min xizane, ez dixebitim. Hin caran bi şev ji kar derdikevim. Karê tekstîlê ji bo zarokan pir zor û zehmet. Em pir diwestin, lê me  necarin bixebitin. Min jî dixwest mîna zarokên din herim dibistanî û ji xwe re lîstik bilîsta, lê nabe.” 
 
'MIN NEKARÎ BIXWÎN IN, BILA XWIŞ Û BIRAYÊN MIN BIXWÎNIN’
 
Zarokek din jî, diyar kir ku ew 14 saliye û wiha axivî: “Bavê min di karê zeviyan de dixebite. Ji ber ku kes ji min mezintir tuneye ez dixebitim. 3 xwiş û birayên min hene. Ji ber ku ez dixebitim ew diçin dibistanê. Min nekarî bixwînin, qenebe bila ew bixwînin. Barê malbatê girtina xwe girane. Liv ir 15 zarok bi giştî em 25 kes dixebitin. Ligel ku em bi mezinan re heman karî dikin jî, lê heqdesteke kêm didin me.”
 
'HERÎ ZÊDE ZAROK DI TEKSTÎLAN DE TÊN XEBITANDIN'
 
Nûnerê Sendîkayê Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (Dev-Tekstîl) a Cukurovayê Ahmet Subaşî, bal kişand ser qadên xebitandinên zarokan û wiha axivî: “Ji bo tenduristiya zarok ev kar pir xetere. Zarok tim nexweş dikevin. Ji ber vê yekê gelek zarok dimirin. Ji ber ku zarok mîna hêza kar a erzan tê dîtin, bi taybetî di sektorên tekstîlan de pir tên xebitandin. Di karên herî girande jî zarok tên xebitandin.”