Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan

img

WAN - Piştî erdheja sala 2011’an a li Wanê, alîkariya komirê ya ji bo malbatên xizan ji 60 tonan daxistin 10 tonan. Malbatên ku alîkariya wan tê kirin, diyar kirin ku her diçe rewşa wan xerabtir dibe û êdî komira ku li wan bê belavkirin jî nemaye.” 

Piştî erdheja sala 2011’an a li Wanê û bi taybetî berî hilbijartinê, li hin malbatên xizan komir dihat belavkirin, lê her diçe komira tê belavkirin kêmtir dibe. Piştî erdhejê 60 ton komir ji bo her blokek TOKI’yên Keveliyê dihatin parvekirin, lê îsal ev komir daxistin 10 tonan. Welatiyên xizan sedema vê yekê bi krîza aborî ve girê dan û wiha gotin: “Êdî komira ku bidin wan jî nemaye.” 
 
‘JI BER KRÎZÊ NIKARIN KOMIRÊ BIDIN’
 
Ferhat Talu, diyar kir ku îsal komir nedane wan û wiha axivî: “Ji bo komirê bikirin ji her daireyê 300 TL wergirtin. Ji ber ku sala çûyî komir hebû, pere kom nekirin, lê îsal ji ber ku komir tune ye, pere kom kirin. Ji ber kriza heyî komir nedan.”
 
‘ÊDÎ KOMIRA WAN NEMAYA KU BIDIN’
 
Muhammed Şeranê di TOKÎ’yê de dixebite jî, diyar kir ku her sal ji bo her blokê 60 ton komir dihat dayîn, lê îsal daxistin 10 tonî û wiha got: “SYDV got ku dê îsal komirê nedin. Ji ber krîza aborî, alîkariya komirê hat kêmkirin. Ji ber ku êdî nikarin alîkariyê bidin. Her diçe tengavî zêdetir dibin û komira ku bidin nemaye. Weqf dibêje ‘Ji ber ku kirê didin dê komirê nedin.’ Bi salan li vir kirêdar hene. Komira ku heya niha didin, çima niha nadin. Berî zivistan dest pê bike komir qediya.”  
 
‘KOMIR TUNE YE, TENÊ GOTIN HEYE’
 
Mehmet Duman jî, anî ziman ku di avahiyekê de ji bo 5 maltan komir tê, lê ji bo 10 malan komir nayê û wiha axivî: “Em pirsgirêka me ya germkirinê heye. Di salên borî de komira ji me re dihat, ji bo salên din jî dima. Îsal ji ber şer û krîza aborî ya heyî komir tune ye. Sozên tim di hilbijartinan de dihatin dayîn bi cih nayînin. Komir tune ye, tenê gotin heye.”  
 
‘DIVÊ KOMIR WEKÎ ALÎKARÎ NEYÊ DÎTIN’
 
Mazlum Erdem jî, destnîşan kir ku malbatên xizan di TOKÎ’yan de dijîn û wiha axivî: “Li welatiyan belavkirina komirê, erka dewletê ye. Gava em li dewletên civakî mêze dikin, ev yek wisa ne. Ji ber ku em li welatekî kut ê îdiakirin wisa ye dijîn, divê komir wekî alîkarî neyê dîtin. Îsal tenê 10 ton komir dan me. Hîna zivîstanê dest pê nekiriye. Em di nivî zivîstanê de man. Her tiştî buha dikin. Ji ber krîza aborî komir nedan.”